DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dayik 400 heftene li windayan digerin

 
7 Cotmeh
09:18 2016

AMED (DÎHA) - Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafên Mirovan a Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin vê hefteyê 400'emîn çalakiya rûniştinê pêk tînin. Têkildarî çalakiya 400'emîn Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan Racî Bîlîcî û Endamê Komîsyona kujer nediyar Hasan Yalçin bang li hemû gel û sîyasetmedaran kirin ku beşdarî çalakîya şemîyê bibin.

Di salên 1990-2000'an de li Kurdistanê gelek kes hatin windakirin û qedilkirin. Malbet û dayikên şemîyê ku zarokên wan hatin windakirin li zaroken xwe digerin. Malbatên ku zarokên xwe winda kirinli û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê yekem car di 31 Çileya 2009’an de roja Şemiyê dest bi çalakiya rûniştandinê kirin. Piştre her hefte roja şemiyê li Parka Koşuyolu, ji bo edalet, aştî, wekhevî û winda bên dîtin kujer bên darizandin çalakiya rûniştinê berdewam kirin. Lê rayedarên dewletê jî her dem ji bo çalakiyan asteng bike zahmetî, astengî derxist. Gelek caran êrîşî dayikan kirin. Çalakî qedexe kirin û gelek doz û lêpirsîn li dayikan vekirin.

'Bi hezaran kes Tirkîye û Kurdistanê hatin windakirin'

Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) ya Amedê Racî Bilîcî, diyar kir ku hêj nikarin bêjin çiqas mirov hatine windakirin û hêjmar nediyar e. Bîlîcî, anî ziman ku ji bo hêjmara windayan diyar bikin divê komîsyon bê avakirin û tenê bi avakirina komîsyonê dikarin lêkolînek rast bi encam bikin. Bîlîcî xwest dewlet arşivên xwe veke û wiha got "Divê komîsyon bê avakirin û ev komisyon lêkolînek azad û serbixwe bike. Divê li her derê ku winda hene û kiryar nediyar in lêkolîn bike. Bi hezaran kes li Tirkîyê û Kurdistanê hatin windakirin"

'Dewlet ji dayika ditirse'

Bîlîcî, destnîşan kir ku 5 heftene ne ji ber qedexeyên derve nikarin çalakiya xwe li Parka Koşuyolu pêk bînin û wiha berdewam kir: "Ev ji pisrgireka pir mezine. me serî li walîtiya Amedê da. Walîtiya Amedê bi gotina ‘Ger hûn li derve bikin emê mûdaxaleyek mezin bikin. Em dê gelek dayikan binçav bikin.' dan me. Ji ber vê yekê em çalakiyên xwe li hundir dikin. Ev nişan dide ku dewlet ji dayikan ditirse"

'Astengiyên xwezayê jî hebûn'

Endamê Komîsyona Winda û Kujer ne diyaran Hasan Yalçin jî destnîşan kir ku dê di hefteya 400'emîn de çalakiyên xwe pêk bînin û wiha got: "Me çalakî û berxwedana xwe berdewam kir. Astengîyên xweziya ji hebûn. Di nava berf, baran, sarmaya zivistanê û nava germa havîni bê navber çalakiyen xwe me domand"

'Êş û kedera wan parve bikin'

Yalçin û Bilici herî dawî bang li hemû gel û sîyasetmedara kirin û gotin "Beşdarî çalakiya me ya 400'êmîn bibin â tekoşîna dayikan xartar bikin. Ne tenê vê hefteyê divê her hefte beşdarî çalakiyan bibin û xurt bikin. Em her hefte êş û berxwedana dayikan parve bikin. Em wisa dikarin bibin bersîv. Dayikên şemiyê dê di hefteya 400'emîn de 8'e Cotmehê dê li Navenda Çand û Hûnera Cigerxwîn saet 12'da roja şemîyê li dar bixin.

(bo/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN