DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Manîsayê îşkence li girtiyan dikin

 
7 Cotmeh
09:08 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê diyar kirin ku îşkenceya li dijî girtiyan didome.

Girtiyên PKK'î yên li Girtîgeha Tîpa T a Manisayê diyar kirin ku girtî rastî îşkenceyê tên. Girtiyên ku çûn nexwşxaneyê li nexweşxaneyê bi dengê bilind gotin "Ji her kesî re bêjin girtî rastî îşkenceyê tên". Piştî qerîna girtiyê nexweş, girtî li girtîgehê rastî îşkenceya girantir hatin. Bavê girtiyê PKK'î Xebat Aydemir Abdullah Aydemir, diyar kir ku piştî girtî rastî lêdanê hatin hevdîtina vekirî li wan qedexe kirin û êdî girtiyan dernaxin hevdîtina vekirî. Aydemîr, anî ziman ku îşkence rastî îşkenceyê tên dixwazin girtiyan di lêgerîna tazî re derbas bikin. Aydemir, destnîşan kir ku girtî rastî gelek pêkanînên keyfî tên û kurê wî jî di wê çarçoveyê de hatiye darpkirin. Aydemir, da zanîn ku di erîşa ewil a kawîşê de hemû girtî rastî lêdanê hatine û wiha got: "Piştre 5 girtî ji nava wan hilbijartiye li odeya bi sînger îşkence li wan kiriye. Hemû êrîş û îşkence bi fermana midûr pêk hatiye. Midûr fermana lê bidin daye. Yên rewşa wan gelek giran heye. Girtî bê navber rastî neheqî û êrîşên devkî tên.


Birayê girtiyê siyasî Osman Karaca Hasan Karaca jî anî ziman ku girtiyên rastî îşkenceyê hatin û birîndar bûn û hêjî birînên wan nehatine dermankirin. Karaca, da zanîn ku girtî ji aliyê midûrê 2'emîn ve rastî gefan hatine û gefa "An hûnê bibin îtîrafkar, an jî hûn dê vê îşkenceyê bibînin". Karaca, bilêv kir ku ji ber girtî daxwaza midûr qebûl nakin rastî îşkenceyê tên. Girtiyên nexweş û felc rastî îşkenceyê tên. Cezayê hevdîtinê didin girtiyan."

Birayê girtiyê siyasî Fahrettin Kaban Mehmet Kaban jî heman tişt anî ziman û bertekên xwe nîşan dan. Kaban, da zanîn ku piştî gardiyanan cendirmeyan jî girtî darp kirine.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN