300 sal in kevneşopiya dapîr û bapîrên xwe diparîzin
ŞIRNEX (DÎHA) - Welatiyên ku li bajaroka Gundikê Melê dijîn bi kevneşopiya ku bi sedan salan e didomînin bi hevre xwarinê çêdikin, bi duayan ve xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û demsala payîzê pêşwazî dikin.
Ev nêzî 300 salan in welatiyên bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê weke kevneşopiyekê dema dawiya demsala havînê û destpêka guhertina hewaya payîzê bi dayîna xwarinê tên cem hev. Welatiyên bajarokê di vê roja ji bo wan taybet de xwarinên gelêrî bi awayek kolektîf çêdikin û bi hev re xwarinê dixwin. Bi vî awayî rojekê keyfxweş bi hev re derbas dikin.
Dayîka Xatûn Ertûş got ku ev 300 sal in vê kevneşopiyê diparêzin û wiha axivî: "Ev 300 sal in ev çand ji dê û bavên me derbasî me bûye û em jî berdewam dikin. Em xwarinê çêdikin, xêra miriyên xwe belav dikin, Qurana Pîroz dixwînin û wan bi bîr tînin."
'Vê rojê herkes tê cem hev'
Jina bi navê Cemîle Kabûl jî got ku ew ê hertim çanda xwe berdewam bikin û ev tişt anî ziman: "Em miriyên xwe di vê rojê de bi bîr tînin û bi hev re rojekê xweş derbas dikin. Her kes vê rojê tên cem hev. Di vê rojê de pir mêvanên me çêdibin û em ji vê pir keyfxweş dibin."
'Çanda dapîr û bapîrên me ye'
Jina bi navê Helîme Artûç jî bal kişand ser wateya vê rojê û wiha axivî: "Em tu carî çanda xwe winda nakin. Ev roj ji dapîr û bapîrên me ji me re weke çandek maye. Em ê vê kevneşopiyê berdewam bikin. Em bi cîranên xwe re di vê rojê de tên cem hev û ev jî me pir keyfxweş dike."
'Em nahêlin çanda me bê jibîrkirin'
Dayîka bi navê Eyşê Artûç jî got ku ew hêvî dikin ev roj bibe wesîleya xweşî, aştiyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em naxwazin êdî kes bê kuştin. Em dixwazin êdî xweşiyek bikeve nava me. Ez biçûk bûm heta niha ev kevneşopî berdewam dike. Em ê jî berdewam bikin û em nahêlin ev çanda me were jibîrkirin."
'Sîstem dixwaze gelan ji hev qut bike lê gelê me destûra vê nade'
Hevserokê DBP'ê ya bajaroka Gundikê Melê Sadûn Sezer jî li ser wateya rojê axivî û wiha got: "Ji bo ku gel hev nas bike, bê cem hev û ji hev hez bikin rojên bi vî awayî tên pilankirin. Di vê rojê de jin, zarok û herkes bi awayek wekhev tên gel hev û bi hev re rojek keyfxweş derbas dikin."
Sezer herî dawî got ku di roja îroyîn de rojên bi vî awayî hîn watedartir in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di roja me ya îro de hişmendiya kapîtalîst dixwaze gelan bê nasname, bê çand û ji civakbûnê dûr bixe. Lê gelê me bi hemû şêweyan dide diyarkirin ku tu sîstem nikare vî gelî ji hev, ji nasname û ji çanda wan dûr bixe."
(kom/no/sa)