DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Fîlmekîmî dest pê kir

 
7 Cotmeh
09:05 2016

STENBOL (DÎHA) - Fîlmekîmî ya ku îsal dê cara 15'emîn tê organîzekirin li Stenbolê dest pê kir. Di bernameyê de nêzî 50 fîlm di meha cotmehê de dê bi sînemahezan re bin.

Fîlmekîmî ya ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê "ÎKSV) cara 15'emîn bê lidarxistin îro dest pê kir. Bernameyê dê di navbera 7-16'ê cotmehê de li Stenbolê 10 rojan berdewam bike piştre jî dê li derveyî Stenbolê bi tevahî meha cotmehê berdewam bike. Di Fîlmekîmî de nêzî 50 fîlm bên pêşandan û 12 fîlmên ku ji bo Xelata Oscarê namzet tên nîşandan jî cih digirin. Fîlmekîmî ku dê di meha cokmehê bidome li Enqere, Îzmîr, Bursa û cara yekem jî li Eskîşehîrê bi sînemahezan re be. Mîhrîcana ku bi temaha "Fîlmekîmî Rengê Payîzê" hat amadekirin li Stenbolê îsal li Beyogluyê li sînemayên Beyoglu û Atlasê li Kadikoyê jî Sînemaya Rexx û li Nîşantaşi jî City's Cinemaximumê bên pêşandan.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN