Salek derbas bû lê ew meydan hîn jî 'Qanli Meydan' e- DOSYA 1
HAYRİ DEMİR
ENQERE (DÎHA)- Di 10'ê Cotmeha sala çûyî de, da aşitî were vê erdnîgariyê ji çar aliyên Tirkiyeyê mirovan berê xwe dabû Enqereyê. Lê li nav van mirovên ji bo aşitiyê ketin rê û hatin bombe hatin teqandin û zêdeyî sed kesî jiyana xwe ji dest dabû û di dîroka Tirkiyeyê ya komkujiyan de ev wek Komkujiya 10'ê Cotmehê cih girt û piştî vê komkujiyê heta niha Tirkiye bi ser heşê xwe de nehatiye. Piştî komkujiya 10'ê Cotmehê bi destê DAIŞ'ê gelek komkujiyên bi vî rengî pêk hatin, pêvajoya şerekî bêeman û wek ewrekî reş hewldaneke derbeyî bi ser civakê de hat. Ji vana hemûyan jî diyar dibe ku bê komkujî tê çi wateyê û boyî çi pêk hatiye.
Di ser komkujiya li dijî "Mîtînga Aşitî, Demokrasî û Kedê" ya ji çar aliyên Tirkiyeyê bo beşdarbûyînê wê bi sedhezaran welatiyî hatibûn, salek derbas bû. Di komkujiya ku di dîroka Tirkiyeyê wek ya herî wehşî û hov cihê xwe girt de, zarok jî di nav de sed aşitîxwaz jiyana xwe ji dest dan. Piştî komkujiyê di agahiyên belgeyên ku derketin holê de jî, diyar bû ku hayê dewletê jê heye ku dê komkujî pêk bê. Lê belê, li gel belgeyên fermî jî, tu personelekî/e cemaweriyê wek berpirsiyar nehat dîtin û her wiha li gel di ser komkujiyê re ewqas dem derbas bûye jî, bi tu awayî daxwaza malbatan a edaletê nehat bersivandin. Her wiha komkujiya ku li dijî "mîtînga aşitiyê" pêk hat, bû sedem, zemîn û destpêka şerekî dijwar û hewldana derbeyeke ku dê Tirkiyeyê ber bi tarîtiyeke zilmet ve bibe.
Dê li dijî atmosfera tarî rawestiyana
Biryara mîtîngê, li demeke wisa rast hat ku Tirkiye ji aliyê hikûmetê ve ber bi konsepteke şerî ve diçû. Lê sendîqa û rêxistinên pîşeyî yên wek KESK, DÎSK, TBB û TMMOB boyî li dijî vê atmosferê rawestin û nehêlin nêvengeke şerî li Tirkiyeyê xwe bide der, biryara lidarxistina mîtîngekê dan. Piştî biryarê, li çar aliyên Tirkiyeyê bi rojan amadekariyên mîtîngê hatin kirin û her wiha ev biryar li dijî êrîşên nîjadperestî yên wê demê xwe didan der jî, bû tewrek û bi vî awayî hesasiyata civakê ya di vî warî de jî da der. Deklerasyona KCK'ê ya ku beriya mîtîngê daxuyandibû û bi vê re demeke kurt biryardayîna mîtîngê, li nêv gelan ji nû ve hêviya çareseriyê peyda kiribû.
Tênê daxwazek hebû: Aşitî û çareserî
Ji ber vê bû ku şeveqê bi hilatina rojê re, ji çar aliyên Tirkiyeyê bi hezaran mirov li Gara Enqereyê ku navenda kombûnê bû, dihatin gel hev û dê ji wir biçûnan cihê mîtîngê, Qada Sihhiyeyê ya Enqerêyê. Dê bi kortejeke ku ji hemû beşdaran pêk dihat û bi pankartên li ser daxwaza aşitî û demokrasiyê nivîsandî bi meşekê ber bi qada mîtîngê çûyîn dest pê bikirana. Wê korteja meşiyî ya ji sendîqa, odeyên pîşeyî, partiyên siyasî û hemû kesimên daxwaza aşitî û çareseriyê dikirin pêk dihat ji bo meşê amadekariyên xwe kiribûn û li pêşiya her komeke meşê pankartên li ser peyamên aşitî û çareseriyê nivîsandî hatibûn hilgirtin.
Beriya ambulansan polîs bi bombeyên xwe yî gazê hatin
Hîn ji meşê re çend deqîqe mabûn, di orta kortejê de alavek hêl bû, heman dîmen vê carê çend metre wirdetir xwe da der. Bi vê re wek ji mirovên doza aşitiyê dikirin re bibêjin "heke hûn doza aşitiyê bikin dê bersiv mirin be" û bi vî awayî bi sedan mirov kirin şehîdê aşitiyê. Komkujî saet di 10.04'an de pêk hat. Piştî her du teqînan bi sedan birîndar hîn li hawirdorê bûn, beriya ambulans û ekîpmanên tenduristiyê polîsên çewîk qûwetê û TOMA boyî cihê bûyerê hatin şandin. Polîsan li cihê bûyerê bi bombeyên gazê êrîşî aştîxwaz û birîndaran kirin. Ku paşê komeleyên mafên mirovan jî daxuyandin ku gelek birîndar ji ber wan bombeyên gazê jiyana xwe ji dest dane. Cihê teqînê her çiqas nêzî herêma nexweşxaneyan bû jî, ji ber êrîşa polîsan, mudaxileya ewil piştî teqînê bi 45 deqîqeyan hat kirin. Her wiha ev rewş li qeydên GPS'yên fermî de jî xwe dan der û ji ber vê bîlançoya komkujiyê girantir û zêdetir bû.
Kêliyên komkujiyê xwe li kamerayan dan der
Di dema ku komkujî pêk hat de kamerayeke amator di dewrê de bû û ew kêliya teqînê di wê kamerayê de xwe da der. Piştî komkujiyê heman dîmen li ser medyaya civakî belav bû û hat parvekirin. Di dîmen de, gelek ciwanên ku ji bajarên cuda ji bo daxwaza aşitî û demokrasiyê hatibûn di dest hevdu de, li ber sirûda "Qanli Meydan"ê govend digerandin jî cih girtibûn.
Milyonan xwest hikûmet îstifa bike, lê wezîr keniya
Piştî komkujiyê, ji çar aliyê Tirkiyeyê mirov daketin qadan, hêrs û kîna xwe ya li dijî komkujiyê dan der û ji aliyekî ve jî xwestin rayedarên ku di komkujiyê de tiliya wan hebe îstifa bikin. Lê belê hikûmeta ku ji dêvla îstifa bike, di daxuyaniya xwe yî piştî komkujiyê bi çend saetan şûnde, dema rojamegeran ji Wezîrê Dadê yê wê demê Kenan Îpek pirsî "hûn ê îstifa bikin an?" , Îpek wek komkujiyek nebûbe keniya û pirs nebersivand.
Hayê dewletê jê hebû
Piştî komkujiyê, berpirsiyariya dewletê ya di komkujiyê de bû cihê nîqaşên cidî. Lê hikûmet boyî ser van komkujiyan binixumîne dest bi nîqaşên "rêxistina kokteylî" kir. Lê belê, piştî demeke kurt hin belge û agahî derketin holê. Ji van belge û agahiyan jî diyar bû ku berpirsiyarê sereke yê komkujiyê dewlet e. Lewre beriya êrîş pêk bê, agahî gihaştine merciyên eleqedar. Têkildarî komkujiyê de, di pêşrapora lêkolîniyî ya der barê peywirdarên muduriyeta polîsan a ku ji aliyê mufetîşên mulkiyeyî yên girêdayî Wezareta Karên Hundir de, tê de agahiyên ku piştî Komkujiya Pirsûsê dibe ku komkujiyeke din pêk bê cih girtibûn û ev agahî di dest îstixbarata Enqereyê de hebûn.
Navê bobekar jî dihat zanîn
Sibeha ku komkujî pêk hat, nivîsa bi îbareya "nepen" ya Serokatiya Daîreya Îstixbarata Emniyetê, boyî Serokatiya Daîreya TEM'ê derketibû holê û di nivîsê de navê Yûnûs Emre Alagozê bombekar jî tê de hatibû diyarkirin ku dibe ku 3 kes çalakiyên sansasyonel pêk bînin.
Her wiha nivîsên Muduriyeta Polîsan a Enqereyê û komîteya amadekar a boyî mîtîngê serlêdan kir jî derketin holê. Dîsa di hin belge û raporên ku mufetîşan amade kir de jî, bombekar di lêgerînên polîsan de derbas bûye û agahiyên hema bêje bi awayekî eskortî hatiye Enqereyê xwe dan der. Her wiha peywirdarên cemaweriyê yên di komkujiyê de berpirsiyariya wan hebû, bi tu awayî nehatin darizandin û her wiha der barê xebatkarên çapemeniyê yên ku belge û agahî kirin nûçe jî lêpirsin hatin destpêkirin û wek gelek dosyeyan dosyeya Komkujiya Enqereyê jî rastî biryara "nepeniyî" hat.
Peywirdarekî/e cemaweriyê jî ne bersûc e
Îddianameya têkildarî komkujiyê ya ku ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat amadekirin jî, bi xwe gelek nîqaş dan der. Parêzeran heta îddianame qebûlkirina dosyêyê, gelek caran der barê kesên berpirsiyar de merciyên eleqedar hatine hişyarkirin, lê tu veger xwe nedane der. Di dosyeya ku 36 kes bersûc in, ji vana yek jê jî ne yê cemaweriyê ye.
Em kujeran nas dikin
Li gel ewqas tişt jî, paşperdeya komkujiyê hîn jî nehatiye zelalkirin û daxwaza edaletê ya malbatan jî bi tu awayî bi cih nehatiye. Malbatên ku her hefte dibêjin "Em kujeran nas dikin, Em ê nedin jibîrkirin" li gel parêzvanên mafên mirovan di 10'ê her mehê de tên gel hev û saet di 10.04'an de kesên di komkujiyê jiyana xwe ji dest dan bi bîr tîmên.
Malbatan, ji bo qîrîna xwe bigihînin her kesî piştî 5 meh bi ser komkujiyê ketin Komeleya Aşitî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê ava kirin.
Sibê: Salek derbas bû, lê hîn jî edalet cihê xwe nedîtiye (DOSYE- 2)
(red)