DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

‘Bi girtina kanalan, dengê jinan hat qutkirin’

 
7 Cotmeh
09:04 2016

ENQERE (DÎHA) – Saziyên jinan li dijî girtina TV û radyoyan bertek nîşan dan. Jinan diyar kir ku, girtina qenalên ku dengê jinan bûn boyî jinan talûkeyeke mezin e û anîn ziman ku ew ê li dijî vê têkoşîna xwe xurt bikin.

Çapemeniya Tirkiyeyê serdema xwe yî herî qelebalix dijî. Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de yên di baregaha OHAL’ê de hatin derxistin re, gelek radyo û televîzyon hatin girtin. Gelek xebatkarên wan hatin derbkirin û binçavkirin. Li dijî vê derhuqûqiyê gelek kesim bertekên xwe didin der, li gel vê rêxistinên jinan jî bertek nîşan dan û anîn ziman ku ew ê li dijî vê derhuqûqiyê têkoşîna xwe xurtir bikin.

‘Dixwazin çapemeniya muxalif bêdeng bikin’

Nûnera Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin a Enqerê Ayşe Ece Kavas diyar kir ku, bi girtina tv û radyoyên muxalif îktîdar dixwaze dengê kesimên li dijî xwe bitepisîne û wiha got, “Kesên li dijî derbeyê têkoşîna ‘demokrasiyê’ didan, îro ew bi xwe derbeyê pêk tînin. Bi êrîş û mohrkirinan re nêvenga şerî bêtir gur dikin.”

‘Di demên şerî de kuştina jinan zêde dibe’

Kavas dest nîşan kir ku, derbeya ku li dijî çapemenyê pêk hat rasterast jin hedef girtine û wiha axivî, “Di dema OHAL û şer de, li nêvenga ku demokrasî lê tune be, kuştina jinan jî zêdetir dibe. Bo nimûne, vê mehê 35 jin hatin qetilkirin. Ev dane, mixabin vê rewşê dide der.”

‘Heke em dengê xwe bilind bikin, dê îktîdar nikaribe rihet bike’

Kavas anî ziman ku, bi taybetî qenalên ku dengê jin an bûn hedef hatin girtin û wiha axivî, “Ev rewş boyî me jî talûkeyeke mezin e. Em ê wek jinan, li dijî vê derhuqûqiyê bêdeng nemînin. Heke em dengê xwe bilind bikin, dê îktîdar nikaribe rihet bike.”

‘Bi piştevaniyê em ê têkoşînê xurt bikin’

Aktivîsta Platforma Jinan a Enqereyê Latîfe Kahya diyar kir ku, îktîdar û Qesr boyî tevgera azadiyê tune bikin bi pêvajoya êrîşan re bi propagandaya ku dikin dixwazin kîn û nefretekê çê bikin û ji ber vê tevdîrên êrîşiyî xistine dewreyê.

‘Dixwazin Tevgera Azadiya Kurd tenê bihêlin’

Kahya dest nîşan kir ku, hikûmet bi biryarnameyên ku derxistin dixwaze li gor dilê xwe nûçeyên pevçûnan bide der û dîmena ku derketiye holê jî mînaka wê ya herî şênber e û wiha got, “Ji hêlekê ve operasyonên leşkerî zêde dike, ji hêlekê ve jî boyî Tevgera Azadiya Kurd tenê bihêle propagandaya şerê psîkolojîk dike.”

‘Pirsgirêk ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd de’

Kahya wiha axivî: “Hemû êş bi tezkereyê re xwe dan der û ev serpêhatiya şerî ya ku dawiya wê nediyar e, ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Tekane rêya çareserkirina pirsgirêka kurd wekheviya gelê kurd û tirk û hemû gelan e. Exlaq û berprisiyariya rojnamgeriyê ne di şer, ji bo hemû gel wekhev û bijîn, di veguhastina pêşerojeke aşitiyane de ye. Rojnamegerên ku vê berpirisyariya exlaqî û wijdanî bi wan re hûn li kuderê ne?”

‘Em ê li dijî êrîşan rawestin’

Sekretera Mala Gel Gulşah Ozturk jî diyar kir ku, firsendiya OHAL’ê didome û wiha got, “Bi behaneya OHAL û KHK’yan TV û radyoyên ku wekhevîtî, demokrasî, laîktî û azadiyê didan der rastî êrîşan hatin. Em ê li dijî van biryar û êrîşan bin. Em ê têkoşînê bi piştevaniyê xurt bikin.”

Dê jin têbikoşin

Aktivîsta Ji Jinên Erebên Elewî Piril Kûrtder jî girtina tv û radyoyan şermezar kir û wiha got, “Erka ku kesên naşibên wê, wan wek dijmin dibîne li her qadê derdikeve pêşiya me. Em ê hewldanên vê erkê yên arasteyî jinan, em ê wek jinan ji holê rabikin û li dijî wê li ber xwe bidin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN