DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Girtîgeha Osmaniyeyê pêkanînên nemirovî

 
7 Cotmeh
09:04 2016

OSMANIYE (DÎHA) - Xizmên 23 kesên ku li Nisebînê bi mîzansena "teslîm bûn" hatin girtin û birin Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê diyar kirin ku 5 girtiyên birîndar ji ber ku nehatin dermankirin lebatên xwe winda dikin û pêkanînê girtîgehê wekî yên Girtîgeha Amedê ya 12'ê Îlonê ye.

Xizmên girtiyên ku di Girtîgeha T2 a Osmaniyeyê ya ku di demên dawî de bi îşkence û pêkûtiyên xwe yî li dijî girtiyan di rojevê de ye girtîne, diyar kirin ku zarokên wan pêkûtî û êrîşên li gitîgehê xwe didin der ragihandine. Xizmên girtiyan ên ku ji ber ditirsin dê tiştek bê serê wan û zarokên wan î li girtîgehê navê xwe nedan, gotin 23 kesên li Nisêbînê bi mîzansena “Teslîm bûn” hatin girtin li Girtîgea T2’yan a Osmaniyeyê tên girtin û diyar kirin ku li qawîşa A-8’an a 9 kesiyî tên girtin.

Tedawiya birîndaran nayê kirin

Xizmên girtiyan diyar kirin ku, ji 23 kesên girtî 5 kes jê birîndar in û ragihandin ku, Osman Bozkûrt ê ku ji çavê xwe birîndar e ji ber nehatiye tedawîkirin ji her du çavên xwe jî bûye û Nûrûllah Akyuz li milê wî birîna gulleyê heye û ji ber nayê tedawîkirin milê wî bi talûkeya lareşiyê rû bi rû ye. Xizmên girtiyan diyar kirin ku, girtiyê bi navê Mahsûn Çay jî perçeya şarapnelê di lingên wî de heye, Mehmet Farûk Engîn bi guleyê ji lingên xwe birîndar bûye û Farûk Çîftçî jî hestiyê wî yê hinarikê şikestiye û heta niha tedawiya wan nehatiye kirin.

Hemû girtiyên siyasî di hedefê de ne

Xizmên girtiyan diyar kirin ku, li hundir gardiyan û li derve jî cendirme îşkenceyê û muameleyeke nebaş dikin û gotin, ev pêkûtî û êrîş bes ne li ser van 23 girtiyan e û dan zanîn ku li vê girtîgehê 100 girtiyên siyasî hene û hemû girtî rastî van pêkûtiyan tên. Xizmên girtiyan ragihandin ku, gardiyan bi awayekî kêfî bi ser qawîşan de digirin, amûrên girtiyan belav dikin, xwarina wan kêm tê dayîn, av tim tê qutkirin û her wiha dan zanîn ku, girtiyên li dijî van pêkûtiyan dertên jî rastî cezayê hucreyê, pêwendî û hevdîtina vekirî tên.

Zindana Amedê ya nû

Xizmên girtiyan ragihandin ku di saetên hevdîtinan de ew bi saetan li derve tên rawestandin, di 5 noqteyên lêgerînê re derbas dibin û piştî noqteyên lêgerînê li eywana rawestandinê jî bi saetan tên sekinandin û bi hinceta “qelebalixî heye” nahêlên ew hevdîtinê pêk bînin. Xizmekî girtiyan dest nîşan kir ku Girtîgeha Osmaniyeyê veguheriya Zindana Amedê ya salên 80’yî û wiha got, “Feraseta derbekar a 80’yî Zindana Amedê afirand, derbekarên îroyîn jî li Girtîgeha Osmaniyeyê heman pêkûtiyan disepînin.”

ÎHD pêkûtiyên li girtîgehê xwe didin der piştrast kir

Têkildarî mijarê, Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Parêzer Îlhan Ongur ê ku serdana girtîgehê kiribû, pêkûtiyên li girtîgehê piştrast kir. Ongur diyar kir ku, li qawîşên 3 kesî 14-15 kes dimînin, gelek girtî li erdê radikevin, girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, yên bi birîndarî anîne girtîgehê naşînin revîrê, yên dibin jî gefan li wan dixwin û rastî heqaretan tên. Ongor wiha got, “Dem dem li gel leşkeran bi ser qawîşan de tê girtin û qawîş tên belawelakirin. Dermanên girtiyên nexweş nayên dayîn, an jî dereng didin wan. Girtiyên nexweş naşînin revîrê an jî bi derengî dixin û bi awayekî tam tedawiya wan nayê kirin. Li gel vana hemûyan, daxwaznameyên di vî warî de bo wezaretê û dozgeriya girtîgehê hatine şandin jî bê bersiv mane.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN