DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Dîlokê li dijî penaberên sûrî nêzîkatiyên nîjadperestî zêde dibin

 
7 Cotmeh
09:04 2016

DÎLOK (DÎHA) –Li Dîlokê di demên dawî de her diçe li dijî penaberên sûriyeyî nêzîkatiyên nîjadperestî zêde dibin. Têkildarî vê Serokê Şaxa ÎHD’a Dîlokê Ahmet Hartavî got, dibe ku ev nêzîkatî li nêv civakê bibin sedema pevçûnan û diyar kir ku, ew ê nêzîkatiyên bi vî rengî gilî bikin.

Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi deh hezaran sûriyeyî ji neçarî warê xwe terikandin û koçî bajarên li ser sînor bûn. Penaberên sûriyeyî yên li Dîlok, Hatay, Kilîs û Rihayê bi cih bûn, boyî jiyînê li ber xwe didin. Li gel vê, penaberên ku li Dîlokê bi cih bûn, di demên dawî de her diçe rastî nêzîkatiyên nîjadperestî tên. Li gelek kolan û kuçeyan bajêr qaxezên li ser “Koçberên Sûriyeyê bicehimin”, “Erebên Sûriyeyê bicehimin” û “Em sûriyeyiyan naxwazin” nivîsandî hatin zeliqandin. Her wiha demeke berê jî li bajêr li dijî penaberên sûriyeyî êrîş pêk hatibûn. Têkildarî vê Serokê Şaxa Komeleya mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê Ahmet Hartavî dest nîşan kir ku, dibe ku rewşên bi vî rengî li nêv kesimên civakê bibe sedema pevçûnan.

‘Dewlet pêdiviyên penaberên sûriyeyî bi cih nayîne’

Hartavî anî ziman ku, êrîşên nîjadperestiyî sûcê mirovahiyê ne û dest nîşan kir ku, wan berê jî diyar kiribû ku dê êrîşên bi vî rengî xwe bidin der. Hartavî, daxuyaniyên rayedarên dewletê û Serokomar ên ku gotibûn me hemû pêdiviyên 3 milyon penaberên sûriyeyî bi cih anîne bi bîr xist û got, ev bi tu awayî ne rast in. Hartavî diyar kir ku, berkesê van gotinan li bajar li dijî penaberan nêzîkatiyên nîjadperestî xwe didin der.

‘Li kuçe û kolanên bajêr nivîsên nîjadperestiyî tên nivîsandin’

Hartavî balê kişand ser nivîsên wek “Koçberên Sûriyeyê bicehimin”, “Erebên Sûriyeyê bicehimin” û “Em sûriyeyiyan naxwazin” ên li kuçe û kolanên bajêr hatine nivîsandin û zeliqandin û dest nîşan kir ku, li Dîlokê li dijî penaberan bertekdayînek tê pêşxistin. Hartavî anî ziman ku, ew vê qebûl nakin û wiha got, “Dê ev rewş li nêv civakê veqetandineke zêde çêbike. Divê demildest li hemberî van bertekan tevdîr bê girtin. Heke mezin û berfireh bibe, dê pevçûneke cidî xwe bide der.”

‘Em ê gilî bikin’

Hartavî anî ziman ku, ew ê di demeke nêz de derbarê mijarê de li merciyên eleqedar giliyê xwe bikin û diyar kir ku cihên ku nivîs lê hatine nivîsandin jî, li bajêr cihê ku herî zêde çûyîn û hatin lê pêk tên hatine nivîsandin û dest nîşan kir ku ji mobeseyan bi awayekî rihet ew kesên ku nivîsandine karên bên dîtin.

‘Divê em ji gelê ku ji şer reviyaye re hemêza xwe vebikin’

Hartavî wek ÎHD’ê bang li dîlokiyan kir û diyar kir ku gelê ku ji Sûriyeyê hatiye gelekî mezlûm e. Hartavî da zanîn ku, ji ber şer ji neçarî hatine Dîlokê û wiha got, “Divê em xwedî li wan derkevin û divê em wan bikin perçeyekî ji vê civakê. Em li vir banga hestiyariyê dikin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN