Bi keda xwe rê li ber jiyana xwe vedike
SEMSÛR (DÎHA) – Li Semsûrê, Hatîce Çelîk a bi xwarinçêkirinê debara xwe dike diyar kir ku, ew bi keda xwe li hemberî jiyanê li ber xwe dide û wiha got, “Boyî her tiştî hewldan divê. Çi jin çi mêr ferq nake, a girîng ew e ku mirov hewl bide.”
Dayika 4 zarokan, Hatîce Çelîka 50 salî ya ku li Taxa Sumerevlera Semsûrê dijî, bi çêkirina xwarinên herêmî debara xwe dike. Çelîka ku 12 sal berê hevjînê wê jiyana xwe ji dest da û hemû berpirsiyariya malê lê bû bar, ev 3 sal e li ser sîparîşan boyî malan û ev saleke jî ji boyî dibistan û kargehan xwarinê çêdike û bi vî awayî debara xwe dike. Çelîka ku xwarinên herêmî çêdike, xwarinên wek nanê sêlê yê bi torak, bi patat, bi bexdenûs, bi qîme û bi pîvaz, kutilk, fasûlên hişk, birinc û yên din di navbera 8-12 lîreyî de difiroşe.
Boyî pêşeroja zarokên xwe vî karî dikim
Çelîk anî ziman ku, ji boyî perwerdehiya zaokên wê nîvçe nemîne ew dixebite û diyar kir ku 2 zarokên wê yî ewil bi hev re zanîngeh qezenckirine û wiha got, “Berê bi heqdestî gelek caran di karên wek paqijî û tûtinê de xebitîm. Lê belê, dema zarok çûn zanîngehê di warê aborî de em tengijîn. Ev 3 sal e li malê, li ser sîparîşan boyî malan xwarinê çêdikim û difiroşim. Ev saleke jî li gel malan, boyî dibistan û kargehan jî çêdikim û dibim. Ji ber ku derfetên min î boyî vekirina dikanê tune ne, niha bi vî awayî dixebitim.”
Em di şert û mercên zehmet de pereyan qezenc dikin
Çelîk diyar kir ku ew û jineke cînarê xwe bi hevkarî dixebitin û wiha behsa zehmetiyên karê xwe kir: “Çawa di her karî de zehmetî hebin, di yê me de jî hene. Ji boyî sîparîşên dibistan û kargehan bigihînimê, sibehê zû hişyar dibim û amadekariyên xwe dikim. Dema sîparîşên malan bin, ew bi xwe tên dibin. Lê belê dema em ji bo dibistan û kargehan çêbikin, em bi ereboka bazarê dibin teslîm dikin. Bo nimûne, di zivistanê de sibehê birin zehmet e. Heke dikan û wesayîta me hebûna, em ê ewqasî netengijiyanan. Yanî em di şert û mercên zehmet de pereyan qezenc dikin.”
Dayikeke ku bi keda xwe rê li ber jiyana xwe vedike
Çelîk dest nîşan kir ku, dema wextê betlana dibistanan tê zarokên wê jî dixebitin û wiha got, “Em bi derfetên xwe li ser piya ne. Ez xebitîm û min li zarokên xwe nihêrî. Min nehişt zarokên min muhtacî tu kesî bibin. Dema hevjînê min rehmet kir, hemû berpirsiyariyên wî li min bûn bar. Berê min digot ez ê nikaribim bikim. Min digot, ez ê nikaribim barê malekê bidim pişta xwe. Lê ez hîn bûm ku, dema mirov bixwaze dikare her tiştî bike. Beriya her tiştî hewldan divê, dema mirov hewl bide dê karibe her tiştî bike. Çi jin çi mêr ferq nake.”
(red)