DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

‘Em ê bersiva êrîşan bi rêxistinbûyînê bidin’

 
7 Cotmeh
09:03 2016

AMED (DÎHA) – Rojnamegerên jin ên ku kanalên wan hatin girtin, roja rojnamegeriya jinên kurd pîroz kirin û diyar kirin ku, ew jî wek her kesê bi rêxistinbûyî di hedefa êrîşên desthilatdaran de ne û gotin ew ê bi rêxistinbûyînê bersivê bidin van êrîşan.

Rojnamegerên jin ên ku qenalên wan hatin girtin, 8’ê Cotmehê salvegera şehadeta Gerînendeya Weşana Giştî ya berê ya Rojnameya Ozgur Gundema ku hat girtin Gurbetellî Ersoz bi bîr anîn û her wiha di heman demê de roja rojnamegerên kurd ên jin jî pîroz kirin. Rojnagerên jin, pêkûtiyên arasteyî çapemeniyê û li dijî van pêkûtiyan berxwedana kut ê dayîn anîn ziman.

‘Mohr li derî dan, lê ziman, çav û destê me nayê mohrkirin’

Nûçegîhana Van TV’yê Hulya Emeç roja rojnamegerên jin ên kurd pîroz kir û diyar kir ku wek her kesê bi rêxistinbûyî, ew jî wek jinên bi rêxistinbûyî rastî astengiyên desthilatdariyê tên. Emeç da zanîn ku wek hemû hişmendiya desthilatdariyan ku di hedefa wan de her jin hene, li Tirkiyeyê jî wisa heman tişt heye. Emeç destnîşan kir ku dibe niha deriyên wan hatibin mohrkirin lê çav, ziman û destê wan nayê mohrkirin û wiha berdewam kir: “Li ser jinan jî,di serî de li hemberî nasnameya wan êrîşek heye. Lê em ê rêxistina xwe bi hêztir bikin û li dijî van êrîşan rawestin. ”

‘Ev ne tenê çewisandin binpêkirina mafan e jî’

Nûçegîhana ÎMC TV’yê Kadriye Devîr jî da zanîn ku di demên hevdîtinên çareseriyê de kêm be jî wan dikaribû karê xwe bike, lê di pêvajoya dawî de rastî çewisandinên polîsan tên. Devîr anî ziman ku bi girtina 12 qenalan re dê dengê li herêmê neyê ragihandin û wiha got: “Gel ji me dipirse ku dê kî dengê wan ragihîne raya giştî? Ji xwe qenalên nêzî dewletê dengê me ranagihînin. Di TV’yan de tiştekî ku bê guhdarkirin nemaye. Ev ne tenê çewisandine, di heman demê de binpêkirina mafan e jî.”

‘Em jin bêtir êşên gel hîs dikin’

Devîr dest nîşan kir ku, ev 2 sal û nîv e ew li herêmê nûçegîhaniyê dike û wiha axivî: “Li herêmê em her tim di nava şer de bûn, me her tim cenaze didîtin. Jin li hemberî van buyeran bi hestiyartir in. Carekî dema min roportaj digirt kabloya mîkrafona min di nava gola xwîna çar ciwanan de bû. Ev pir zehmet e.”

‘Em bêtir rastî pêkûtiyan tên’


Nûçegîhan Hayatin Sesî TV’yê Serpîl Berk jî diyar kir ku, li tevahiya Turkiyeyê zimanekî hişmendiya mêrî heye û jinên rojnameger li dijî vî zihniyetê têdikoşin û wiha berdewam kir: “Lê li Kurdistanê rojnamegerî pir zehmetir e. Ji bo nasnameya jinê jî, em wek jin zêdetir rastî çewisandinan tên. Bi taybet di vê pêjavoya OHAL’ê de çewisandin gihaştiye asta herî jor û rojnamegerî zahmetir bûye. Em êdî nikarin pîşeya xwe îcara bikin.”

‘Em ê bi gelê xwe re van rojên tarî derbas bikin’

Berk anî ziman ku tişta wan herî zorê didi wan jî, tiştan dibînin lê rêyên ragihandinê li wan tên girtin û wiha axivî: “Niha jî bi rêya Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de, qanalên me tên girtin. Ev peyam, peyama rojên tarîtir e. Qenalên me digirin û ew amurên ku me bi keda kedkaran kirîbûn dan TRT’yê. Em karker û gel tên çewisandinin û dixwazin dengê wan bibirin. Lê em ê bi gelê xwe re bibin yek û bi hev re van rojên tarî derbas bikin.”

(bî-dy/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN