DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinan ji bo şirnexiyan lihêf dirûtin

 
7 Cotmeh
09:01 2016

STENBOL (DÎHA) – Jinên Stenbolî, di çarçoveya kampanyaya “Her warek welatek” a ku ji aliyê KJA’yê ve bi armanca piştevaniya gelê Kurdistanê hat destpêkirin, ji bo şirnexiyan lihêf dirûtin.

Ji ber şerê li Kurdistanê tê meşandin, gelek welatî hatin koçberkirin û li navçe û bajarokên hawirdorê di konan de tekoşîna jiyanê dikin. Li Şirnexa ku qedexe didome, welatî li navçe, bajarok û gundên hawirdorê di konan de dijîn. Kongreya Jinên Azad (KJA) jî, ji barmanca welatiyên ku xaka xwe neterikandine di çarçoveya kampnayaya ku bi şîara “Her warek welatek” da destpêkirin de, alîkariya welatiyan dike.

Jinên ku di çarçoveya kampanyayê de li Stenbolê kom bûn, ji bo şirnexiyên di konan de dijîn, lihêf dirûtin. Li Esenyûrtê jinên ku di 3 rojan de 7 lihêv dirûtin gotin, ew ê xebatên xwe yî di vî warî de bidomînin.

'Em ê tim li cem gelê xwe bin’

Endama KJA’yê Şafak Ozanli anî ziman ku, wan ji bo gelê Kurdistanê yê ji ber şerê tê meşandin mexdûr bûne kampanyayên cur be cur dane destpêkirin û wiha got: “Em ê bi kampanyaya ‘Her warek welatek’ a ku di bin banê KJA’yê de me da destpêkirin, her li cem gelê xwe bin. Di çarçoveya vê kampanyayê de, em bêtir li ser pêdiviyên zivistanê yên gelê xwe rawestiyan. Di lîsteya me de sobe, betanî, kon, nivîn û sobeyên ceryanê hene.”

'Çi di destê me de hebe, em ê nêviyê wê bi gelê xwe re parve bikin’

Yek ji jinên ku ji bo şirnexiyan lihêf didirû Xezal Yildirim got, ew her roj ji bo gelê xwe dua dike, lê belê dua bi tena serê xwe têr nakin. Yildirim anî ziman ku, divê di vî warî de piştevanî têkeve dewrê û wiha got: “Em ê bênavber xebatên alîkariyê bidomînin. Dewlet dibêje qey ez ê vana bi kuştinê biqedînim, lê şaş e. Divê her kes ji bo gelê xwe piştevaniyê bike. Heke gepekê bixwe, divê ya duyemîn bide gelê xwe. Em ê destgirtî bin, çi di destê me de hebe, em ê nêviyê wê bi gelê xwe re parve bikin.”

'Hedefa me 200 lihêf û mitêl in’

Gulê Aybars a ku got, “Li dijî zilma Tayyip, em ê jî bi piştevaniyê li cem gelê xwe bin” anî ziman ku, pêdiviya şirnexiyên ku di konan de dijî bi alîkariyê heye. Aybars wiha axivî: "Ji ber zivistan jî tê, pêdiviya herî sereke lihêfan heye. Ev çend rojin, em jinên taxê hatine gel hev, lihêfan didirûn. Heta niha me 7 lihêf dirûtine. Li Esenyûrtê hedefa me 200 lihêfin."

Aybars herî dawî wiah got: “Çiqas bi ser me de bên, dê ewqas piştevaniya me xurt bibe. Ew çiqas xera bikin, em ê ya herî baş ava bikin. Dê gelê me ji derheqê van pêkûtiyan jî derê.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN