'Daxwaza Erdogan û AKP'ê dîktatorî ye'
ENQERE (DÎHA) - Serokwekila Koma HDP'ê û Parlementera Amedê Çaglar Demîrel diyar kir ku tu kes nikare mêjî û îradeya gel bistîne û jiyanê tarî bike.
Serokwekîla Koma HDP'ê û Parlementera Amedê Çaglar Demîrel têkildarî Rewşa Awarte (OHAL) geşedanên siyasî û girtina Televîzyon û Radyoyan de nirxandin kirin. Demîrel got ku AKP û Erdogan bi awayekî zelal li Tirkiyeyê faşîzmê dikin û dixwaza AKP'ê ya herî mezin avakirina dîktatoriyê ye.
'Em ê li dijî faşîzmê têkoşîna azadiyê bimeşînin'
Demîrel da zanîn ku hikûmeta AKP'ê li Tirkiyeyê di her hêlê de rewşa jiyanê girantir dike û wiha axivî: "Yên ku niha li Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin û wekî AKP'ê nefikirin dibin hedef tên girtin û ji kar tên avêtin. Ev êrîş êrîşên li dijî mirovahiyê û êrîşên hovane ne. Dibe ku AKP û Erdogan bibêjin Tirkiyeyê dewletekî demokrasî ye. Lê em hemû dibînin ên ku dibin hedefa demokrasiya Erdogan a derew Kurd, Elewî û kesên mûxalîf in. Em vê demokrasiya Erdogan û AKP'ê qebûl nakin û em ê heta dawiyê li hemberî vê faşîzma AKP û Erdogan têkoşîna azadiyê bimeşînin."
'Şaredarî mala gel e'
Demîrel bal kişand ser qeyûman û wiha domand: "Şaredarî mala gel e. Lê mala gel îro di bon dorpêça hêzên dewletê yên çekdarî de ne. AKP'ê bi tayînkirina qeyûmên şaredariyên kurd şaredarî vehgerandin qereqolan. Şaredar ji aliyê milyonan kesî ve hatin hilbijartin. Lê Erdogan û AKP'ê bi darê zorê şaredariyên kurd ji destên wan stendin û memurên AKP'ê tayîn kirin. AKP ji îradeya gel dilîze, piştre radibe dibêje em demokrasiyê diparêzin. Ên ku îradeya gel gasp dikin û şaredariyan îşgal dikin ne demokrat in û ji nirx û îradeya mirovahiyê dûr in."
'Erdogan dixwaze dîktatoriyê qehîm bike'
Demîrel diyar kir ku AKP'ê tiştin ku nekarî bi riya qanûnan çêbike niha bi riya Rewşa Awarte çêdike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di qanûnên cîhanê de zordestî û stendiona mafê gel nayê dîtin û tune ye. Hikûmeta AKP'ê nekarî bi riya qanûnan mafê gelê kurd û demokrat ji destê wan bistîne. Bi rêxistina Cemiyeta Fethulah re hevparî kir û darbeyek li Tirkiyeyê pêk anî. Erdogan û AKP nikarin gel bixapînin, hemû kes dizane derbe ji aliyê AKP'ê û Erdogan ve hat amadekirin.Em hemû bi çavên xwe dibînin di bin navê darbeyê de rewşekî awarte li Tirkiye û Kurdistanê tê jiyandin. Biryara vê rewşê ji aliyê AKP û Erdogan ve ji bo qehîmkirina dîktatoriyê hat dayîn."
'Li hemberî çapemeniyê darbe pêk hat'
Demîrel da xuyakirin ku dema di welatekê de çapemenî bê girtin ew welat tarîtiyê de jiyan dike û wiha pêde çû: "Armanca girtina çapemeniyê tarîkirina rastiyan ne. Yên ku rastiyan nîşanî hemû cîhanê didin her tim dibin hedef. Mînak Çapemeniya Azad e. Ev salekê zêdetir e li hemberî gelê kurd êrîşên dijmirovî tên kirin û qetlîam pêk tên. Yên ku van qetlîam û êrîşên hovane derdixe holê jî Çapemeniya Azad e. Ji bona vê yekê jî Erdogan û AKP'ê li hemberî Çapemeniya Azad darbe pêk anî.Em dikarin bi dilekî rihetî bibêjin ku sedema girtina televîzyon û radyoyan bêtehemûliya pirengî û fikrên cûda ye."
'Dîktator nagihîjin tu armancan'
Demîrel herî dawî ev tişt gotin: "Bila AKP bizani be ku tarîkirina roja gelê demokrat û kurd ne hêsan e. Tu kes ji bo hin berjewendiyên xwe yên dîktatorî nikare li welatekê faşîzmê bidomîne. Belê niha li Tirkiyeyê daxwaza dîktatoriyê heye û faşîzm tê meşandin. Lê gel vê faşîzmê tu caran qebûl nake. Em û gelê me dê dest bidin hev û nahêlin kesek rabe ji bo avakirina dîktatoriyê nirxên gel binpê bike û jiyanê tarî bike. Em ê heta dawiyê li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin û mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û nahêlin dîktator bigihîjin tu armancan."
(fd/mae)