Li Çiyayê Tendurekê operasyona leşkerî
AGIRÎ (DÎHA)-Hat diyarkirin ku, li quntarên Çiyayê Tendurekê yê li sînorê Giyadînê ye operasyona hewayî û bejahiyî hat destpêkirin.
Hat zanîn ku li Çiyayê Tendurekê yê di navbera navçeyên Giyadîn û Bazidê yên Agirê de ye, operasyona hewayî û bejahiyî hat destpêkirin. Li herêmê îro li gel liv û tevgera helîkopteran, li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin jî operasyona ku li herêmê hatiye destpêkirin didome.
(red)