Nûçegîhanê Evrenselê Ûgûr hat girtin
MÊRSÎN (DÎHA) – Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Cemîl Ûgûr ê ku di dema şopandina nûçeyan de hatibû binçavkirin û piştî 16 rojên binçavkirinê bi şertê venêrîn edlî hatibû berdan, li ser îtîraza dozgeriyê hat girtin.
Li Mêrsînê Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Cemîl Ûgûr ê ku piştî 16 rojên binçavkirinê bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan, li ser îtîraza dozgeriya ya boyî dadgehê dubare hat binçavkirin. Ûgûrê ku li Dadweriya Cezayê Sulhê îfadeya wî hat wergirtin, bi îdiayên “Endamê rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” hat girtin.
(red)