Li Payîzavayê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
WAN (DÎHA) – Di teqîna li nêzî gundê Dimê ya Payîzavayê de, leşkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn.
Li nêzî gundê Dimê yê girêdayî Payîzavaya Wanê, dema leşkeran venêrîna rê dikir teqînek pêk hat. Di teqînê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Wanê.
(red)