DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dê Mehmet Akyol roja şemiyê bê definkirin

 
6 Cotmeh
18:00 2016

STENBOL (DÎHA) – Rojnameger Mehmet Akyol ê ku jiyana xwe ji dest da, dê roja şemiyê bê definkirin.

Rojnameger Mehmet Akyol ê ku li rûpela ked-aboriyê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku hat girtin dinihêrî û li nexweşxaneya kul ê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da, dê roja şemiyê bê definkirin. Dê roja şemiyê saet di 11:00’an de li ber avahiya Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku hat girtin û deriyê wê hat mohrkirin û her wiha dê li bi pêşengiya SODAP’ê li Parka Mehmet Ayvalitaşê ya li Okmeydaniyê merasîm bê lidarxistin. Piştî merasîma cenazeyî ya li Mizgefta Akşemsettînê jî, dê cenazeyê Akyol li Goristana Hasdalê bê definkirin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN