Piştî hevdîtinê, li derketina girtîgehê hat girtin
RIHA (DÎHA)- Rêveberê DBP'a Bismilê yê berê Ejder Dag, piştî hevdîtina apê xwe yî di girtîgehê de, li derketina girtîgehê hat binçavkirin û pişt re hat girtin.
Ejder Dag (31) ê demekê li Bismila Amedê Rêveberê DBP'a Bismilê bû, di 4'ê cotmehê de dema ji bo bi apê xwe yî 24 sal e girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T a Sêwrega Rihayê tê girtin re hevdîtin pêk bîne çû girtîgehê, hat girtin. Dag, dema piştî hevdîtinê ji girtîgehê derket, ji aliyê leşkeran ve li têketina girtîgehê hat binçavkirin. Dag ê ku ji aliyê leşkeran ve hat girtin, şandin dozgeriyê.
Li dozgeriyê boyî Dag hat gotin ku, doza ku di 2006’an de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” der barê wî de hatiye vekirin bi encam bûye û li ser vê Dag hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Sêwregê.
(red)