Di bin çavan de strana 'Beni vuracaklar' guhdarî min kirin
MÊRDİN (DİHA) - Koordînatorê Weşana Radyo Rengîn Ramazan Kaya ku ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin diyar kir ku polîsan di bin çavan de strana "Beni vuracaklar" guhdarî wî kirine.
Li Qoserê piştî Radyo Rengîn ku bi kurdî, erebî û tirkî weşan dikir hat girtin û mohrkirin Koordinatorê Weşana Radyo Rengîn Ramazan Kaya jî hat binçavkirin. Dema Ramazan Kaya binçav kirin û bi maşîneya zirxî birin midûriyeta polîsan strana Ahmet Kaya a "Beni vuracaklar" guhdarî wî kirin. Kaya diyar kir ku ew rastî gefên nepen hat û bi riya strana Ahmet Kaya a 'Beni Vuracaklar" gef li wî hatiye xwarin. Kaya, anî ziman ku polîsên hatin bi ser buroyê de girtin. Polîsan diyar kirin ku tenê ew biryarê pêk tinin û nikarin tiştekî bikin. Kaya, da zanîn ku heta OHAL ranebe nikarin tiştekî bikin.
Kaya, herî dawî anî ziman ku Radyo Rengîn di meha tîrmehê de doz li wan vebûbû û têkildarî weşanên ku berî radyo dewrî ser navên xwe bikin li wan hatibû vekirin.
Kaya, anî ziman ku hikûmet her tiştî mahkûmî xwe dike û dixwaze her tişt xizmeta wê bike. Kaya, destnîşan kir ku wekî Apê Musa gotiye 'Zilim ne qeder e û wekî xebatkarên çapemeniya azad jî dibin şahidê vê yekê.
Kaya, bibîr xist ku Radyoya Lora Radyo ya Swêdê bû radyoya xwehbira û wiha lê zêde kir: "Radyoya Lora ku li Swêdê weşanê dike ji bo dengê me parve bike bû radyoya xwehbira. Divê ne tenê ji bo radyo rengîn, ji bo hemû radyoyan ev xebat bê meşandin.
Xebatkara Radyo Ses Fatma Ormez jî anî ziman ku beyî belge û agahiyên fermî bide wan radyoya wan hatiye girtin û hemû girtina radyoya wan bi awayekî fîîlî ye.
(mae)