Qeyûmê Sûrê 4 alîgirên hevşaredaran ji kar girt
AMED (DÎHA) - Qeyûmê Sûrê 4 alîkarên Hevşaredariya Sûrê ji peywirê girt û li beşên cuda yên şaredariyê wek xebatkarên pispor da bicihkirin.
Piştî tayînkirina qeyûma ser şaredariya DBP’ê ya Sûra Amedê niha jî alîgirên Hevşaredarên Sûrê ji kar hatin girtin. 4 alîgirên ji aliyê qeyûmê ve ji kar hatin girtin wek personelên pispor di yekîneyên têkiliya bi gel re, xizmeta alîkariyê, çand, karên derve û teftîşê hatin bicihkirin. Piştî şaredariya Sûrê hat desteser kirin, heta niha qeyûmê dest daye ser odeyên her çar alîkarên hevşaredaran û nahêle ku alîkar li odeyên xwe bixebitin. Herî dawî jî ev 4 alîkar bêyî bên hişyarkirin ji kar berpirsyariya wan hatin dûrxistin.
Hat hînbûn ku girtina ji kar a alîgiran bi hinceta “Hevpeymana bi Komeleya Sarmaşikê re bi zanebûn zerar dane şaredariyê” hat nîşandan.
Zabitayek hat binçavkirin
Li aliyê din Garîbşah Durma ya ku wek zabita li Şaredariya Sûrê dixebitî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Durma bi hinceta “îfade dayîna wê heye” hat binçavkirin.
(dy-bî/bg)