DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Divê kujerên Kaçeroglu bên cezakirin

 
6 Cotmeh
16:08 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bang kir ku kujerên Ekrem Kaçeroglu yê d serhildanên Kobanê de hat qetilkirin bê dîtin û cezakirin.

Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bi mûnasebeta 6-8'ê Cotmehê salvegera serhildanê Kobanê li avahiya xwe civînek çapemeniyê li darxist. Hevserokên HDP'ê yên navçeyê, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên partiyê tevlî civînê bûn. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Gula Bîlîcî axivî û diyar kir ku li hemberî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Kobanê li welat gel rabû serhildanê û li gorî daneyên ÎHD'ê wê demê 46 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 682 kes jî birîndar bibûn.

Bîlîcî, anî ziman ku li navçeya Bornova ya Îzmîrê di 7'ê Cotmehê de Ekrem Kaçeroglu bi lînçê hat qetilkirin û wiha got: "Bûyer li ber çavê polîsan hat jiyîn lê tu kesî mudaxele nekir. Kesên ku di destê wan de çek û dar hebûn destpêkê li Kaçeroglu dixin û dema birîndar bû jî lînç kirine. Di dîmenên aîdî bûyerê de her tişt vekirî û zelal tê dîtin."

Bîlîcî, destnîşan kir ku derbarê bûyerê de doz hat vekirin lê tu encam ne hatiye bidest xistin û wiha axivî: "Em bang dikin divê di demek zu de kujerên Kaçeroglu bên dîtin. Em ê wekî partî şopdarê dozê bin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN