Kedkarê Ozgur Gundemê Akyol jiyana xwe ji dest da
STENBOL (DÎHA) - Edîtorê rûpela ked-aborî yê rojnameya Ozgur Gundemê ku hatiye girtin Mehmet Akyol, li nexweşxaneya ku tedawî lê didît jiyana xwe ji dest da. Akyol, mayîna xwe ya di Gundemê de bi van gotina vegotibû: "Wekî fikra xwe dixwazim pêk bînim."
Rojnameger Mehmet Akyol ku salên demdirêj di xebatên sendikayan de xebitî, herî dawî edîtortiya rûpala ked-aborî ya rojnameya Ozgur Gundemê ku hatiye girtin kir. Akyol bi salane tedawiya qanserê dibîne û li Nexweşxaneya Nîghtîngale jiyana xwe ji dest da. Dê ji bo Akyol roja Şemiyê li ber avahiya Rojnayemaya Ozgur Gundemê ya hatiye mohrkirin bîranîn bê li darxistin.
Mehmet Akyol kî ye?
Akyol, li Hatayê hat dinê, di sala 1970'ê de bû endamê Partiya Vatanê ku ya Tevgera Kivilcimê bû, ji sala 1980'an heta darbeya leşkerî ya 1980'an Midûrtiya Karên Nivîsê ya rojnameya heftane ya bi navê Sosyalîst ku Patiya Vatanê derdixist kir. Akyol ku midûrê karên nivîsê ya Rojanameya Sosyalîs ku Tevgera Kivilcimê temsîl dike bû û ji ber danezana avakirina PKK'ê ya ku Mazlum Dogan di sala 1979'an de weşand rastî cezayê darvekirinê hat. Di heman salê de di nava 8 mehan de ji ber 23 dozan 2 hezar 100 sal ceza jê re hat dayîn. 25 roj beriya 12'yê Îlonê, di 19'ê Tebaxa 1980'an de derket derveyî welat. Di pêvajoya 26 salên sirgûnê de sekreteriya sendîkaya UNIA ya çepgiran a li Îsvîçreyê kir. Akyol ku kevneşopiya xwe ya Kivilcimê didomand piştî hat Tirkiyeyê li Ozgur Gundemê rojnamegeriya xwe domand. Akyol, ku di heman demê de nivîskarê Kovara Piştevaniya Sosyalîst bû ji bo HDK'ê jî xebat dan meşandin.
Akyol,di roportaja xwe ya ku dawiyê di Ozgur Gundemê de hat weşandin ev tişt gotibûn: "Ozgur Gundem yekane rojnameya ku bi awayekî objektîf bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê dide ye. Dibe ku aliyên rojnameyên yên ku bên rexnekirin hebin lê hûn dikarin bûyerên li Kurdistanê ji Gundemê fêr bibin. Wekî fikra xwe dixwazim pêk bînim. Dema mirov bi şêweyek din dijî nikare bibe mirov. Em îro jî bi cezayan re rûbirû ne. Ger mirov Mazlum Dogan bi bîrbîne wekî yên li hundir gotin 'Berxwedan jiyane' ez jî di vê rê ji bo rojnameyê ya ji destê min tê dikim."
(mb)