DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Gurbetellî Ersoz bû bersîva xweşikbûna jinê

 
6 Cotmeh
15:28 2016

STENBOL (DÎHA) - Rojnameger Gurbetelî Ersos ku li Tirkiyeyê yekem Gerînendeya Weşana Giştî bû, li dijî hişmendiya mêr di qada rojnamegeriyê de hişmendiyek nû ava kir û bi gotina "Bi qasî şerê li dijî mer, ez dê ji xwe de dest pê bikim û jinê xweşik bikim" û bû bersîva bedewî, xweşikî û têkoşîna jinê.

Rojnameger û Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetelî Ersoz di sala 1965'an de li Xerbêtê ji dayik bû. Gurbetelî piştî xebatên rojnameya Ozgur Gundemê, ji ber ku doz li wê hatin vekirin û qada xebatê li Tirkiye jêre nehat hiştin tev li refên PKK'ê bû. Gurbetelî piştî demekê di şer de jiyana xwe ji dest da û 19 sal di ser şehadeta wê re derbas bûn. Gurbetelli Ersoz, dema Rojnamegerî û gerînendeya giştî ya Weşana Ozgur Gundemê dikir ji bo rê li pêş azadiya jinê veke û kevneşopiya rojnamegeriya jin pêş bixe têkoşiya. Gurbetelî li Tirkiye yekem Gerînendeya Weşana Giştî ya jin bû. Di 3'ê Kanûna 1994'an de dema avahiya Rojnameya Ozgur Ulke hat bombekirin roja din bi manşeta "Ev agir dê we jî bişewitine" li dijî êrîşan serî rakir. Ersoz li gel hemû zext û zordariyên li ser çapemeniyê di ber xwe da û di sala 1995'an de tev li PKK'ê bû. Di 7'ê Cotmeha 1997'an de di şer de jiyana xwe ji dest da.

Ersoz, ku li zanîngeha Çukurova beşa Kîmya xwend, di sala 1989'an de hat girtin. Di Nîsana 1993'an de serbest hat berdan û li Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi xebatê kir. Di 10'ê Kanûna 1993'an de di serdegirtina Rojnameyêde li gel 17 hevalên xwe yên rojnameger hat binçavkirin. Piştî 6 mehan hat girtin û serbest hat berdan, Di 1995'an de tev li PKK'ê bû. 2 salan di nava refên PKK'ê de şer kir û di 7'ê Cotmeha 1997'an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Rojnivîska Gurbet bi navê "Rojnivîska Gurbet - Min dilê xwe li Çiyê neqişand" kir pirtûk.

Ersoz di yekem rojnivîska xwe de bi ser navê "Rêwîtiya welatê rojê" dest bi nivîsê dike. Di rojnivîska roja dawî ya bi navê "Roja Zap-Sergele" got çi dibe bila bibe dê vê bolukê derbas bike û biryara serkeftinê dide. Dîsa di rojnivîska xwe de bal dikişîne ser têkoşîna jinê û bi ser navê "Bi qasî têkoşîna li dijî mêr, ez dê ji xwe de dest bi têkoşînê bikim û jinê xweşiktir bikim" Ersoz, diyar dike ku we dê bi qasî tîkoşîna li dijî mêr li dijî xwe jî bide destpêkirin û biryar û vîna xwe ya ji bo azadiya jinê xweşikbûnê jinê tîne ziman. Gurbetelî bi têkoşîn û pênûsa xwe çand, kevneşopî û hişmendiya pîşeyê rojnamegeriya jinê li pêş xwe hişt.
Ersoz li dijî hişmendî û rojnamegeriya mêr hişmendiya jinê jîpêş dixe û li Tirkiye û Kurdistanê yekem kevneşopiya rojnamegeriya jinê pêş dixe. Li gel 19 sal derbas bû hêj ruh û pênûsa Ersoz zindî û geş e. Îro li Tirkiye û Kurdistanê jinên rojnameger ala Ersoz dane ser milê xwe û pêşve dibin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN