Tayinkirina qeyûman şermezar kirin
ÎZMÎR (DÎHA) - HDP'iyên ku li ber Şaredariya Karşiyakayê tayînkirina qeyûman şermezar kirin diyar kirin ku qeyûm ji bo gel û demokrasiyê tuneye.
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ji bo şermezarikina tayînkirina qeyûman li ber Şaredariya Karşiyayê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bû de dowîzên "OHAL darbe ye ji darbeyê re na" "Dest nede şaredariya min" hatin hilgirtin.
Li ser navê komê Hevseroka HDP'ê yê Karşiyakayê Rûken Emektar Turan bilêv kir ku bi tayînkirina qeyûman ve îradeya gel tune hatiye hesibandin lê tu wateya qeyûmên hatine tayînkirin ji bo gel û demokrasiyê tuneye. Turan got ku dê gelê Kurdistanê xwedî li şaredariya xwe û demokrasiyê derkevin.
Turan destnîşan kir ku îxtidarê hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê wekî fersend dîtiye û gava herî wehîm jî hewldana darbeya sivîl e divê ji vê yekê bê vegerandin.
Piştî daxuyaniyê komê helwesta polîsan a ku xwestin daxuyaniyê asteng bikin bi çepikan şermezar kirin.
(sa)