Li Colêmergê Hevserokê SES'ê hat binçavkirin
COLEMÊRG (DÎHA) - Li Colemêrgê Hevserokê Şaxa SES'ê Musa Bor hat binçavkirin.
Hevserokê SES'ê yê Colemêrgê Musa Bor dema li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê li ser karê xwe bû ji aliyê polîsên sivîl ên hatin nexweşxaneyê ve hat binçakirin. Nehat zanîn ku Bor bi kîjan hincetê hatiye binçavkirin û hat zanîn ku li şaxa TEM'ê ya Colemêrgê tê ragirtin.
(mb)