Cenazeyên 20 kesan bi merasîmê hatin definkirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Cenazeyên 20 kesên ku li Hesekê di encama êrîşê bombeyî de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekî hatin definkirin.
Li Rojava di 3'yê cotmehê de li Hesekê û gundê Sifayê di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekî girseyî li goristana Gundê Şercî hatin definkirin. Bi hezaran kesan bi armanca wergirtina cenazeyan berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê û cenazeyên 20 şehîdan wergiritin. Karwana ku ji sedan wesayîtan pêk tê bi wêneyên şehîdan hatin xemilandin. Welatiyan bê navber diruşmeyên “Şehîd namirin” beriz dikirin.
(sa)