DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Şîdeta li hemberî jinê şermezar kirin

 
6 Cotmeh
14:07 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Komîsyona Jinan a TUM BEL-SEN'ê şîdeta devkî ya Serokê TUM YEREL SEN'ê yê şaxa 1'emîn ê Îzmîrê Hakan Kiran ku li hemberî endamek wan a li ESHOT'ê dixebite pêkanî şermezar kirin û diyar kirin ku êdî jin bêdeng nabin.

Komîsyona Jinan a TUM BEL-SEN'ê bi armanca şermezarkirina şîdeta devkî ya Serokê TUM YEREL SEN'ê yê şaxa 1'emîn ê Îzmîrê Hakan Kiran ku li hemberî endamek wan a li ESHOT'ê dixebite pêkanî li ber avahiya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Îzmîrê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek rêxistinên saziyên sivîl tevlîbûn de pankarta "Em li hemberî hemû cure şîteda li ser jinê ne" hat vekirin, dovîzên "beyana jinan esase", "Bijî piştevaniya jinan" û "Li hemberî zayenparêziyê deng derxin" hatin rakirin û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî piştvanaiya jinan" û "Êdî jin bêdeng nabin" hatin berzkirin.

Li ser vanê çalakvanan Sekretera TUM BEL-SEN'ê ya şaxa 1'emîn Başak Mamaç daxuyanî xwend. Mamaç, anî ziman ku ji ber şîdeta devkî ya Kiran ku li hemberî endama wan pêk anîye wan pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin. Mamaç, bi lêv kir ku Kiran bi gotinên "Tu kî yî, tu dizanî ez kîme. Karê me bi te neqediyaye, ji hina û pêde ez ê bi te re mijûl bibim tu dê bibînî ez ê çibikim" gef li emdama wan xwariye. Mamaç, da xuyakirin ku ew ê li hemberî hemû cure şîdeta li hemberî jinan rawestin.

Daxuyanî bi dirûşme û lêxistina çepikan bi dawî bû.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN