Rojnameger Kizilkaya: Ewlehiya canê me tuneye
STENBOL (DÎHA) - Midûrê Karê Nivîsan a Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya yê girtiye di doza ku bi rojnameger Fehîm Işik ve tê darizandin de diyar kir ku dema çûn û hatine dadgehê pirsgirêka ewlehiya can dijî.
Doza Midûrê Karê Nivîsan a Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya yê girtî ye û rojnameger Fehîm Işik ê ku di kampanyaya "Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Nobedar" de piştgirî da Ozgur Gundemê hate dîtin. Doza ku li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dît bi tespîtkirina nasnameyên Kizilkaya û Işik dest pê kir.
Hempîşeyên herdu rojnamegeran doz şopandin.
Rojnameger Fehîm Işik di parastina xwe de wiha got: "Ev kampanyayekî piştevaniyê bû. Min jî piştgirî da kampanyayê. Yek ji esasên piştevaniyê bal kişandina pêkûtiyên li ser rojname û rojnamegeran bû. Dema ku mirov niha dinêre dibîne ku çiqas mafdar e."
Işik bilêv kir ku di nava hefteyekeî de 23 radyo û televîzyon hatin girtin û wiha axivî: "Piştî ku min dest bi rojnamegeriyê kir bi dehan rojnamger di kuştinên kiryar nediyar de hatin kuştin. Lê hiqûq ji bo dîtina kujerên wan tiştek nekir."
Işik anî ziman ku ji ber nûçeyên di 15'ê gulanê de di rojnameyê de derketine tê darizandin û wiha berdewam kir: "Naveroka nivîsan mijarên ku li vî welatî bibin nûçe bûn, Di çarçoveya kampanyayê de nûçeyên ku edîtoran çêkiribûn. min mudaxale nekir. Ev pêwîstiya serbixwebûna xebata edîtoryayê ye."
Serokê heyeta dadgehê pirsa "hûn dixwazin aşkerakirina hikm paşve bê dayîn" ji Işik kir Işik jî bersiva "Ez rojnameger im û ez ê rojnamegeriyê bidomînim jî. Ji ber piştevaniyê min sûc nekiriye. Ez beraeta xwe dixwazim" da.
'Em bi girtiyên edlî têhdîdkirin'
Rojnameger Înan Kizilkaya yê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin jî sûcdarkirinên der barê xwe de qebûl nekir û bi Zana Bîlir re di bin tecrîdê de ne dema diçin û tên pirsgirêka ewlehiya can dijîn, wan bi girtiyên edlî re li rîngê siwar dikin û bi wan didin tehdîdkirin.
Parêzer Ozcan Kiliç jî anî ziman ku ji bo muwekîlê wî bi awayekî ewlehî bibin û bînin ji bo rêveberiya girtîgehê muzakere bê nivîsandin.
Heyeta dadgehê ev daxwaza parêzer qebûl kir.
Doz taloqî 24'ê mijdarê hat kirin.
(sa)