DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Şahidên bûyerê: Bi birîndarî hat girtin piştre înfaz kirin

 
6 Cotmeh
12:50 2016

WAN (DÎHA) - Li taxa Xaçortê ya Wanê 2 ciwanên ku hate gotin YPS'î ne ji aliyê polîsên ku mal dorpêç kirin vê hatin qetilkirin. Şahidên bûyerê diyar kirin yek ji ciwanê ku bi birîndarî hat girtin li jêrzemînê ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin.

Li kolana Gullu ya taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşa Wanê mala ku hate gotin endamên YPS'ê li hundir in bi şev saet di 01.00'an de ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Piştî dorpêçê şer qewimî û heta serê sibehê saet 06.00'an çûn û hatinên li kolanê hatin qedexekirin.

Piştî ku dengê çekan hat birîn cenazeyê 2 ciwanên ku nasnameyên wan nehat hînbûn rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.

Di dema şer de wesayîtekî zirxî bombe avêt malekî li kolanê. Di encama teqînê de bi tesadufî tiştek bi kesekî nehat. Li malê tenê zirara madî çêbû.

Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê yên nexwestin navê xwe bidin di encama şer de ji ciwanekî ji bo nekeve dest bombe di bedena xwe de teqandiye. Li gorî agahiyên şahîdên bûyerê ciwanekî din jî birîndar bû û kete jêrzemîna maleke lê tîmên taybet ên ku ketin jêrzemînê li vir ciwan hate înfazkirin.

Li jêrzemîne ku hate îdiakirin şer çêbûye pêlavê ciwanê jiyana xwe ji dest daye û şopên xwînê hatin dîtin lê şopên pevçûnê nehat dîtin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN