Hunermend Şarik Apo li gundê xwe yê hatibû sirgunkirin spartin axê
ÇEWLÎG (DÎHA) – Hunermend Şarik Apo yê ku ji ber nexweşiya pençerşêrê li Almanyayê jiyana xwe ji dest da, li gundê xwe Kelxasî yê ku jê hat sirgunkirin hate definkirin.
Hunermend Şarik Apo yê ku li Almanya bi nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, duh bi balafirê anîn Xarpetê û ji wir jî ji bo definkirinê anîn Dara Hênê ya navçeya Çewlîgê. Cenazeyê Şarik Apo îro ji aliyê rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yên Çewlîgê, Parlamenterê HDP’ê yê Çewlîgê Hişyar Ozsoy, bi dehan welatî û malbatê hate pêşwazîkirin. Cenaze bi konvoya ji dehan wesayitan pêk dihat ber bi gundê wî Kelxasî yê bi ser Dara Hênê ve derxistin rê.
Piştî 25 salan cara 2'yemîn hat gundê xwe
Şarik Apo tevlî gundiyên xwe di sala 1991’ê de ji gundên xwe tên derxistin û gund tê şewitandin. Piştî vê buyerê Şarik Apo 21 salan li Ewropa di sirguniyê de dimîne û di newroza 2014’an de tê û li Newroza Çewlîgê derdikeve pêşberî gel. Herî dawî di meha hezîranê de tê Çewlîgê lê nikare fersenda çûna gundê wî nabe. Bi anîna cenazeye wî piştî 25 salên li sirguniyê cara 2'yemîn hate gundê xwe.
Li bin darên şewitandî hate definkirin
Cenazeyê Şarik Apo piştî konvoya wesayitan gihaşt gund, ji ambulansê hate wergirtin. Li pişta gund ji bo Şarik Apo nimêja cenaze hate kirin û piştre darbesta wî li ser milan bi bêdengî ber bi goristanê ve hate birin. Cenaze li bin darekî mazî ya ku tevlî hezaran darên daristana gund ji aliyêleşkeran ve hatiye şewitandin hate veşartin. Piştî dia û xwendina telqînê xwarin hat dayîn. Girseya ku ji bo cenaze hatibun derbasî cihê şînê bûn.
Şîna Hunermend Şarik Apo dê li Mala Şînê ya Mizgefta Karşiyaka ya li taxa Karşiyaka were qebulkirin.
(ua/sa)