Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê di serdegirtinên malan de 4 welatî hatin binçavkirin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê polîsan şev din bi gelek wesayîtên zirxî bi ser taxa Cûdî û Nûrê de girtin û welatiyên bi navê Nîmet Yilmaz, Abidîn Molo, Ahmet Hezer û Bayram Ergîn binçav kirin. Di serdagirtina malan de polîsan malên welatiyan ser û bin kirin û endamên malê derêjî erdê kirin.
Her wiha hat hînbûn ku her 4 welatî niha li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê tên ragirtin.
(kom/no)