DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Têkoşîna jinan bi ser ket!

 
6 Cotmeh
12:22 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Polonyayê qanûna ku kurtajê qedexe dike bi têkoşîna jinan paşde hati kişandin.

Li Polonyayê jin li hemberî qanûna ku kurtajê qedexe dike daketin kolanan û gav bi hikûmetê dan avêtin. Parlamenterên Polonyayê qanûna qedexekirina kurtajê ku li welat bibû sedema bertekan red kir. Hat ragihandin ku dê di dengdana meclîsa binî de were diyarkirin ku ka dê qanûn ji binî ve were rakirin an jî dê ji nûve were sererastkirin diyar bibe..

Alîkarê serokwezîrê Polonyayê Jaroslaw Gowin, diyar kir ku çalakî û grevên jinan ên li hemberî qanûnê hiştiye ku hikûmet carekdin li ser vê qanûnê bifikire.

Bi hezarn jinan cilêb reş li xwe kirin derketin qadan û li hemberî qanûnê rawestiyan, hiştibûn ku esnaf deriyên xwe bigirin û nehiştibûn kesek bikevin daîreyên dewletê, zanîngeh û navenda partiya îktîdarê ya li Varşovayê.

Gowin, di daxuyaniya xwe ya ji bo radyoya dewletê kirî de ev tişt gotin: "Em ji kesên ku ji ber qedexekirina kurtajê ya li Polonyayê di nava fikaran de ne dibêjin ku dê ev yek pêk neyê. Ger jin mexdurê tecawîzê be û yan jî tendirûstiya wê di bin xeteriyê de be dikare kurtaj bibe."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN