DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di Îlonê de dengê 23 weşan hatin qutkirin

6 Cotmeh
11:13 2016

AMED (DÎHA) - Cemîyeta Rojnamegerên Azad (CRA) rapora meha îlonê aşkere kir. Li gorî raporê di îlonê de qanalên 12 televîzyonan hatin reşkirin û dengê 11 radyoyan hatin qutkirin. Dîsa di vê mehê de pasaportên 46 rojnamegeran hatin betalkirin û 18 rojnameger hatin binçavkirin. Ji 18 rojnamegerên hatin binçavkirin jê 11 rojnameger hatin girtin. Ajansa Nûçeyan a DÎHA'yê cara 46'an hat astengkirin.

Cemîyeta Rojnamegerên Azad (CRA) rapor meha îlonê ya binpêkirina mafên rojnameger û çapemeniyê aşkere kir. Li gorî raporê di meha îlonê de 18 rojnameger hatin binçavkirin û ji 18 rojnamegerên hatin binçavkirin jê 10 ji wan hatin girtin. Pasaporta 46 rojnamegeran hatin betalkirin û derketina wan a dervê welat hat qedexekirin. Di meha îlonê de polîsan bi ser 5 avahiyên saziyên çapemeniyê de girt û gelek alav û amûrên saziyan desteser kirin. Dîsa der barê 27 rojnamegerên ku tev li Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê bûn lêpirsîn û doz hatin vekirin. Di îlonê de ekrana 12 televîzyonên muxalif hat reşkirin û 11 radyoyên muxalif dengê wan hat qutkirin. Di vê mehê de bi giştî dengê 23 radyo û televîzyonan hat qutkirin û bi milyonan temaşevan û guhdarên radyo û televîzyonê ji weşana xwe bê par man.

Di vê mehê de Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kızılkaya ku hatin girtin li girtîgehê rastî îşkenceya derûnî hatin. Polîsan bi ser avahiya Kovara Ozgur Halkê ya Îzmir û Stenbolê de girt û hemû alavên kovarê desteser kirin. Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) cara 46'an hat astengkirin. 12 malperên şaredariyan ên qeyûm hatin tayînkirin hatin girtin. Dîsa nûçeyên der barê teqîna li dijî midûriyeta polîsan a Wanê hat qedexekirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN