DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hunermendên Kurd: Televîzyonên hatine girtin dengê me ne

 
6 Cotmeh
10:20 2016

ENQERE (DÎHA) - Hunermendên Kurd bertek nîşanî girtina televîzyon û radyoyên kurdî dan û wiha gotin: "AKP dîktatoriyê ferz dike ji ber wê dixwaze çapemeniya azad bêdeng bike lê dê nikaribin bi ser bikevin. Em beng li her kesî dikin ji bo 'mafê nûçe girtinê' bi hestiyan tevbigerin."

Bertkên li hemberî girtina televîzyon û radyoyên kurdî û muhalif her ku diçin zêde dibin. li hemberî girina kanal û radyoyan bertkek jî ji hunermendên Kurd hat. Hunermendên ku sirgûnî Ewropayê hatine kirin diyar kirin ku êrîşên AKP'ê yên li hemberî kurdan ku bi polîtîkaya dijberî kurdan pêk tîne ne nû ne û dixwazin bi girtina kanalan hemû civaka kurd bixin bin kontrola xwe.

Hunermend Rotînda, anî ziman ku zextên li hemberî çapemeniyê nayê qebûlkirin û wiha got: "Bi salane ji kurdan re mafê jiyanê nayê dayîn. Ev 40 sale têkoşîn tê meşandin û dixwazin dîsa vê têkoşînê ji nûve bidin destpêkirin. Bi hinceta cemaat, FETO êrîşî kurdan û muxalifan kirin. Ev êrîşên li hemberî çapemeniyê bi tu awayî nayên qebûlkirin."

'Kanal û radyoyên hatine girtin dengê me ne'

Hunermend Yasîn Boz, bi lêv kir ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê êrîşên li hemberî çapemeniya azad darbeya li aştî, azadî û demokrasiyê ye û wiha pêde çû: "Bi girtina Zarok TV dewlet dixwaze bingeha nasnameya me ji holê rake. Kanal û radyoyên hatine girtin dengê me ne. Em ê bi gelê xwe re li hemberî vê bêmafiyê dengê xwe heta dawî bilind bikin. Mafê tu kesî nîne ku dengê me qût bike. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî van pêkanîn dengê xwe bilind bikin."

'Em ê xwedî li saziyên çapemeniya azad derkevin'

Hunermend Memo Gul, da xuyakirin ku dema ew li dîroka komarê dinêrin, dibînin ku her tim li hemberî kurdan polîtîkayên îmha û înkarê hatine meşandin û wiha domand: "Divê dewlet dest ji kîna xwe berde. Ez girtina ÎMC, Med Nûçe û kanalên din şermezar dikim. Em ê heta dawiyê xwedî li saziyên çapemeniya azad derkevin."

Hunermend Alî Îkîzler, destnîşan kir ku bi girtina dezgehan çapemeniyê nikarin bigihijin cihekî û wiha got: "Tirkiye bi îktîdariya yek kesî tê birêvebirin. Navê vê faşîzm dîktatoriye. Lê em ê li hemberî van polîtîkayên çewisandinê dengê xwe bilintir bikin û li ber xwe bidin."

Hunermend Kewê jî wiha axivî: "Ji bo Tirkiye li hemberî muxalif û kurdan zextên xwe bi domîne dixwazer OHAL'ê bide berdewam kirin û li hemberî vê dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin. Li welatê ku xwe îfadekirina azad lê nayê zanîn rojnamegeriya kurdî sûce. Dewlet dixwaze dîrok û erdnîgariya me ji holê rake. Med Nûçe dengê gelê kurd û derdorên demokratîke. Her dem bû dengê rastiyê û bi weşana dikir xwe îspat kir. Divê ji 7 heta 70'ê salî rewşenbîr, hunermend, rêxistinên civaka sivîl, nivîskarû hemû aliyên demokrat her kes dengê xwe bilind bike. Ger ev alî nekevin nava tevgerê dê AKP bi OHAL'ê pirsgirêkan kûrtir bike."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN