DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li hemberî girtina Kreşa Alan Kurdî nerazîbûn

 
6 Cotmeh
09:46 2016

WAN (DÎHA) - Zarokên ku li Qelqeliyê diçin Kreşa Alan Kurdî ya ji aliyê qeyûm ve hat girtin bi gotina "Hem dibistana me hem jî Zarok TV a ku me temaşe dikir girtin" nerazîbûna xwe anîn ziman. Malbat ji bo zarokên wan perwerdehiya bi kurdî bibîne bi israr in.


Malbatên zarokên ku li Qelqeliya Wanê diçin Kreşa Alan Kurdî ya ji aliyê qeyûm ve hat girtin bertek nîşanî girtina kreşê dan. Ji zarokên kreşê Ocalan Hamzaogullari (7) diyar kir ku ew gelek bêriya mamoste û hevalên xwe dike û wiha got: "Hem dibistana min hem jî kanala Zarok TV girtin. Ji ber dibistana min hat girtin qeyda min girtine dibistanek cûda. Lê ez li dibistana xwe keyfxweştirim ji ber ku ez dersan bi kurdî hîn dibim."

Dayika xwendekarê bi navê Muhammed Bozgat Binevş Bozgat, bertek nîşanî giritna kreşê da û wiha pêde çû: "Em dixwazin zarokên me bi kurdî bixwînin. Ji ber ku kurdî zimanê wan ê dayîkê ye. Ev rewş çima qeyûm nerihet dike. Ma em tiştekî qedexe dixwazin. Divê em biryar bidin ku dê zarokên me li kuderê perwerdehiyê bibînin. Destûr nadin vê yekê û zarokên me dikişînin nava pergala xwe. Dewlet tehemûlî zimanê kurdî û kanalên ku rastiyan nîşan dide nake. Hemû kanalên ku me temaşe dikir girtin. Hûn evqas ji filmênkartûn ên ku zarokên me temaşe dikin ditirsin?"

'Her ku em li ber xwe didin û bi ser dikevin'

Yek ji malbatên xwendekaran Dîlber Pîşkîn jî bertek nîşanî girtina kreş û kanalên kurdî da û wiha domand: "Bi salane zextan li ser me didin meşandin. Her ku em li ber xwe didin û bi ser dikevin ew dixwazin hilweşînin. Lê ez bi bawerim ku em ê qezenc bikin. Dixwazin gelê kurd bitirsînin lê bila bizanibin ku dê gelê kurd van zextan bişikîne. Ez bi tirkî nizanim ji ber wê tenê kanalên kurdî temaşe dikim. Çi mafê wan hebû kanalên me girtin. Ma ez mecbûrim kanalên wan temaşe bikim. Dixwazin bi girtina dibistan û kanalan zimanê me bidin jibîrkirin lê dê bisernekevin. Ji ber ku em bi zarokên xwe re kurdî diaxivin. Ev ziman tu car winda nabe."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN