DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji bo zarokên bavên xwe nedîtine li edelatê digere

 
6 Cotmeh
09:25 2016

MELTEM OKTAY/DEVRAN TOPTAŞ

AMED (DÎHA) - Hevsera Murat Dag ê di dema serhildana Kobanê de ji aliyê polîsan ve li Amedê hat qetilkirin, Kubra Başaran diyar kir ku der barê berpirsyaran de lêpirsîn jî nehatiye vekirin û ji bo 2 zarokên xwe yên bavê xwe nedîtine edaletê dixwaze.

Bi milyonan welatiyên ku di 6-7-8'ê cotmeha 2014'an de ji bo li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û piştgiriya îxtidarê ji bo van êrîşan li Tirkiye û Kurdistanê daket qadan û berxwedaneke bêhempa nîşandabûn. Îxtadara ku xwest berxwedanê bi hêza leşker û polîsan biçewisîne bi hizbul-kontrayê ve li Amed, Mûş, Êlih, Dîlok, Wan, Riha, Sêrt, Mêrdîn, Çewlîg, Stenbol û Edeneyê 41 kes qetil kirin.

Ji ber ku zêde xwîn jê çû jiyana xwe ji dest da

Yek ji kesên ku jiyana xwe ji dest da jî li taxa Fatîha navçeya Rezan a Amedê welatiyê bi navê Murat Dag bû. Dag ê dema vedigeriya mala xwe ji aliyê polîsan ve hat hedefgirtin û hate birîndarkirin, ji ber ku polîsan destur nedan ambulans bikeve kolanê dereng rakirin nexweşxaneyê û ji ber ku zêde xwîn jê çû jiyana xwe ji dest da.

Dema ku DAg jiyana xwe ji dest da hevsera wî ducanî bû zarokekî wî qet bavê xwe nedît, zarokê wî yê din jî li wêneyê bavê xwe dinêre û mezin dibe. Dosyaya wî bi gotina "terorîst e" hate girtin. Malbata Dag li benda edaletê ne ku bi cih bê.

'Ez naxwazim wê rojê bînim bîra xwe'

Hevsera Dag, Buşra Başaran diyar kir ku ligel ku li ser bûyerê derbas bûye jî di warê hiqûqî de tiştek nehatiye kirin û qetilkirina hevserê xwe tu caran ji bîr nake. Başaran got ku qetilkirina hevserê xwe ji cîranên xwe hîn bûye û wiha berdewam kir: "Ew roj wekî dojehê bû. Li her derê rasterast gule dibarandin. hevserê min birîndar bû lê nikaribûn biçûyema cem wî. Piştre ji nexweşxaneyê telefon kirin û gotin pewîstî bi xwînê heye. Ne xwîn nedît. Dema ku sewqî nexweşxanê hat kirin ji sedî 90 xetereya wî ya jiyanê hebû. Hevserê min ji ber ku zêde xwîn jê çû jiyana xwe ji dest da. Ez naxwazim wê rojê bînim bîra xwe."

Başaran anî ziman ku dema ku hevserê wê hate qetilkirin zarokekî wê hebûye û di heman demê de ducanî bûye, hevserê wê berê jî 7 mehan li girtîgehê maye û wiha got: "Hevserê min dema dihat malê ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin. Cîran dixwazin alîkariyê bikin lê polîs bi gotina terorîst e bila bimire alîkariyê asteng dikin." Başaran got ku li nexweşxaneyê jî polîsan nehiytine ku bijîşk mudaxale bikin.

'Ez dixwazim ên ku hevserê min kuştin bên cezakirin'

Başaran destnîşan kir ku niha ji bo zarokên xwe xwedî bike dixebite û jiyana wê gelek bi zehmet bûye. Başaran da zanîn ku ligel ku dewlet sûcdar bû jî li ser dosyayê hatiye girtin, rapora tiba edlî di destê wan de ye, xwestine dozê vekin lê polîsan gotina "ên sûcdar hûn in, hevserê te nemira niha di girtîgehê de bû" bi kar anîne. Başaran anî ziman ku dixwaze edelat bi cih bê û ên ku hevserê wê kuştine bên cezakirin.

(red/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN