DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Dîlokê herî zêde zarok hatin qetilkirin

 
6 Cotmeh
09:21 2016

DÎLOK (DÎHA) – Ji 57 kesên di teqîna li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan, 38 jê zarok in. Peywirdarê maseya krîzê Osman Akdogan diyar kir ku, temenê zarokên hatin qetilkirin di navbera 3-17’an de diguhere û got, komkujî tam komkujiyeke zarokan bû.

Li Taxa Beybahçeya Şahînbeya Dîlokê, di êrîşa bombeyî ya 20’ê tebaxê de, piştî Mahsûn Nasê 14 salî yê ku birîndar bûbû jî jiyana xwe ji dest da, hejmaar kesên hatin qetilkirin gihaşt 57’an. Ji kesên hatin qetilkirin 38 jê zarok bûn û temenê wan di navbera 3-17’an de diguhere. Peywirdarê maseya krîzê ya ji bo komkujiyê hatibû avakirin, Osman Akdogan got, ew komkujî tam komkujiyeke zarokan bû.

‘Yê tevdîr negirtin hevparê vê komkujiyê ne’

Aydogan dest nîşan kir ku, komkujiya Beybahçeyê li dijî kurdan û komkujiyeke bi zanebûyî bû û got, di vî warî de bi tu awayî tedvir nehatin girtin. Akdogan anî ziman ku ew li taxa ku komkujî lê pêk hat rûdinê û ragihand ku, hema bêje her roj polîs li taxê hene. Akdogan anî ziman ku, şeva ku ê komkujî pêk bê ew bi tu awayî rastî polîsan nehatine û wiha got, “Ev jî li mirovan şik û gumanan peyda dike. Mirov difikire, gelo ji bo komkujiyê xwe li nedîtiyê danîn. Kî bo vê komkujiyê xwe li nedîtiyê danîbe yan jî zanibûye dê êrîş pêk bê, lê tevdîr negirtine ew hemû hevparê vê komkujiyê ne.”

38 zarok ji jiyanê bûn

Akdogan dest nîşan kir ku, komkujiya 20’ê tebaxê tam komkujiyeke li dijî zarokan bû û da zanîn ku di komkujiyê de 57 kesî jiyana xwe ji dest da, 69 kes birîndar bûn. Akdogan anî ziman ku ji 57 kesên jiyana xwe ji dest dan, 38 jê zarok bûn û wiha axivî: “Ji wan ê herî biçûk di 2012’an de hatibû dinê. Yê ku tesîr ji komkujiyê girtin 47 heb bûn. Yên birîndar hîn jî li hin nexweşxaneyan tên tedawîkirin. Ji hin malbatn 4 mirî, 4 birîndar hene. Ji hin malbatan dayik û 2 zarok bi hevdu re mirine. Li hinan jî dayik tenê jiyana xwe ji dest dane.”

‘Êdî hemû kurdan hedef digirin’

Akdogan dest nîşan kir ku, ji wê komkujiyê jî diyar e êdî hemû kurd hedef hatine girtin û qadên wan î jiyanê hatine kuştin. Akdogan diyar kir ku, di cejnan, dawetan û şînan de jî êşê bi wan didin kişandin û dest nîşan kir ku, mebest ji vê bi awayekî topyekûn jiholêrakirina kurda ye û got, ji bo kurd bijîn divê bibin yek.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN