DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ûca: Em ê êrîşê li dijî çapemeniyê rapor bikin

 
6 Cotmeh
09:20 2016

AMED (DÎHA) – Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca got, ew ê derhuqûqiya ku radyo û TV’yên pê hatin girtin, zext û zorên li ser çapemeniyê rapor bikin û ragihand ku, di vî warî de li Ewropayê hewldanên wan hene.

Piştî bi fermana Serokwezîrtiyê di 28’ê îlonê de 12 Tv û 11 radyonên kurdî û muxalif bi awayekî derhuqûqî hatin girtin, her diçe bertekên li dijî vê biryarê zêde dibin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca jî got, ew ê vê derhuqûqiyê rapor bikin

Ûca astengkirina malpera Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê û girtina rojnameya Ozgur Gundemê jî bi bîr xist û got, niha bi biryareke şermî TV û radyoyên muxalif tên girtin. Ûca dest nîşan kir ku, AKP bi biryareke wisa dixwaze ser polîtîkayên xwe yî qirê û komkujiyên ku hatine kirin bigire. Ûca vegot, AKP naxwaza polîtîkayên ku li dijî gelê kurd dimeşîne bên bihîstin û ji bo vê asteng bike jî êrîşî çapemeniyê dike û dest nîşan kir ku, dê polîtîkayeke bi vî awayî bi ser nekeve û dê çapemeniya azad her binivîse.

'Dê li her derî derhuqûqiya li dijî çapemeniyê bê ziman’

Ûca wiha axiv: “Wek HDP’ê, vê êrîşa li dijî çapemeniyê me cara ewil veguhast meclîsê. Lê belê hikûmet boyî van êrîş, zext û zoriyan tu bersiv neda. Paralelî êrîşa li dijî çapemeniya ya li Tirkiyeyê, Fransayê jî di çarçoveya heman polîtîkayê de MED NÛÇE’yê girt. Dema ez li Parlementoya Ewropayê bûm jî, li Tirkiyeyê êrîşên li dijî çapemeniyê hebûn. Û wê serdemê Roj TV jî bi heman awayî hatibû girtin. Li dijî vê em ê jî her êrîş, zext û zoriyan vebêjin. Dê li Parlementoya Ewropayê bi beşdarbûyîna rojnamegeran jî, li dijî vê derhuqûqiyê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.” Her wiha Ûca balê kişand ser girtina Zarok TV û got girtina wê şermeke mezin û dest nîşan kir ku divê Ewropa di vî warî de, divê tevbigere û mîsyona xwe bi cih bîne.

‘Em ê êrîşên li dijî çapemeniyê rapor bikin’

Ûca diyar kir ku dê zarokên Apê Mûsa bi pênûsên xwe, kamerayên xwe her li pêyî rastiyê bin û kevneşopiya çapemeniya azad dê bidomînin û wiha berdewam kir: “Em ê van êrîşên li dijî çapemeniyê yeko yeko rapor bikin, radestî cihên eleqedar bikin. Bi girtina TV’yan re ji Ewropayê gelek parlementer li me geriyan û agahî xwestin. Em der barê hincetên ku hemû TV bi wan hatine girtin û êrîşên li dijî wan dosyayekê amade dikin. Rapora ku em ê amade bikin em ragihînin merciên eleqedar. Di ser van dosyeyan re jî em ê xebatên xwe berfireh bikin. Mebesta me ew e ku, li Meclîsê boyî lêkolînkirina van êrîşên li dijî rojnameger û çapemeniyê avakirina komîsyonekê ye. Divê ev komîsyon ji aliyê kesên objektîf bê avakirin, lêkolîn bên kirin. Tenê hewldana me ew e, em li dijî tekdengiya AKP’ê derkevin û rawestin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN