DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Dewletê tundiya zilam nedît

 
6 Cotmeh
09:11 2016

HATAY (DÎHA) - Welatiya Sûriyê Warê H.H., ewil rastî tundiya hevserê xwe hat û piştre zarokên wê ji destê wê hatin girtin û ji malê hat qewirandin. Warê H.H. ku rastî neheqî û lêdana hevserê xwe hat, qereqola polîsan û nexweşxaneya dewletê li wê guhdar nekirin û ew berderî kirin.

Jinên Sûriyeyî ku ji ber şerê li Sûriye koçî Tirkiye dikin rastî neheqî, tundî, binpêkirina mafan ên zilam tên. Jinên ku biyaniyê ziman, çand û erdnîgariya Tirkiye ne bêtir rastî zahmetiyên mezin tên. Jina 28 salî Warê H.H., ku li Sûriye dibistan dixwen, lê piştî şer dest pê kir koçî Tirkiye kir. Warê ji Halepê koçî Dîlokê kir. Piştî koçî Dîlokê kir vê carê zilma zilam dest pê kir. Warê dema nû şer li Sûriyê dest pê kir Helep terk nekir. Lê piştî şer dijwar bû malata Warê ji Halepê koçî Dîlokê kirin. Warê ku li Helepê zewicî û dayika zarokekî bû, piştî hat Dîlokê zarokek wê ya din çêbû Warê piştî ku koçî Dîlokê kir 3 salan rastî tundiya hevserê xwe hat. Warê diyar kir ku malbata dayika wê berî wê koçî Antakyayê kiribû û piştî hatin Dîlokê hevserê wê destûr neda ku biçe malbata xwe bibîne. Warê da zanîn ku hevserê wê çend roj berê nû destûr da ku biçe malbata dayik û bavê xwe ziyaret bike û wiha got: "Ez çûm 5 rojan li malbata dayik û bavê xwe mam. Piştre li gel biraziyê xwe dîsa hatim Dîlokê. Piştî ez hatim Dîlokê ez fêr bûm ku hevserê min bi kesek din re zewicîye. Hevserê min bi riya telefonê mar birî û zewicî. Hevserê min got ew jî dê ji Sûriye bê û mara xwe birîne. Min got ez hewiyê qebûl nakim. Ji ber vê yekê li min da. Min bi zorê xwe û zarokên xwe xelas kir. Li min da û ez avêtim kolanê. Got 'Tu diçe ku here"

Warê piştî bi saetan li ber derî ma û zarokên xwe xwest encam negirt û dîsa berê xwe da Antakya û çû mala dayik û bavê xwe.

Warê destnîşan kir ku piştî hevserê wê li wê da û zarokên wê ji wê stend, çû serî li qereqola polîsan da û wiha got: "Dema ez çûm Antakya, min çû serî li qereqola polîsan da. Ji min re gotin bûyer li Dîlokê pêk hatiye û gotin em nikarin tiştekî bikin. Lê ji ber ku derî nîşanî min dan ez dîsa vegeriyam. Piştre ji ber ku ez rastî lêdana hevserê xwe hatibûm ez çûm Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê û min xwest rapora darbê bistînim. Lê vê carê jî gotin "Tirk ne besî me ne niha ev ji me kêm bû. Li vir jî rapor nedan min û ez berderî kirim. Hewiya min ji ber şer ji Sûre reviya ye. Ew jî mexdûra şer e. Ez niha zarokên xwe ji dixwazim."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN