DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di mehekê de li Edeneyê 15 kes avêtin 'girtîgeha malê'

 
6 Cotmeh
09:06 2016

HAMDULLAH KESEN

EDENE (DÎHA)
- Li Edeneyê di mehekê de 8 jê zarok 15 kes rastî cezayê "Girtîgeha malê" hatin. Xwendekarê Zanîngehê Kamuran Kilgi ku rastî cezayê "Hepsa Malê" hat bertek nîşanî ceza da û got: "Tenê deriyê hesin û şîş ji vê girtîgehê ne kêm in. Mal li min kirine zindan."

Dadgeha Cezayê Sulhê ya Edeneyê li Edeneyê di nava meha dawî de, 8 jê zarok li 15 kesan cezayê "Hepsa Malê" birî. Gelek kes ji ber hesabê medya civakî û dîmenên mobese bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" û "endamên rêxistinê ne" rastî cezayê "Hepsa Malê" hatin. Yek ji van kesên rastî cezayê "Hepsa malê" hatin xwendekarê zanîngehê Kamuran Kilgi ye. Kilgi, bi hinceta di medya civakî de wêneyê pismamê xwe yê tev li YPG'ê bû û li dijî DAİŞ'ê şer kir parve kir, hat cezakirin.
Kilgi, li malê kelepçe di piyê wî de ye û di nava çar dîwarê malê de dijî. Kilgi, anî ziman ku ji bilî sînorê malê nikare biçe cihekî din û êdî mal li wî bûye zindan. Kilgi, da zanîn ku ji vê zindanê tenê hewş, deriyê hesinî û şîyên hesin kêm in û wiha got: "Ez 5 rojin li malê de hatime hepiskirin. Ez pir aciz dibim. Bê navber li hundirê malê dimeşim. Kilgi, anî ziman ku ji bo dimalê de tê girtin êdi karê male dike û li malê mêvanan pêşwazî dike. Li malê pirtûk dixwîne u televîzyonê temaşe dike. 24 saetan nikare ji malê derkeve derve.


Kilgi, destnîşan kir ku tenê di derî û paçê re li derve dinere û geşedanên li derve temaşe dike û wekî din nikare ji hunderê malê derkeve derve. Kilgi, anî ziman ku zindana malê pir zor e û dest û piyên wî hatine girêdan. Kilgi, anî ziman ku ew xwendekarê zanîngehê ye û ji ber hepsa malê nikare biçe zanîngehê.

Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasê Hemdem (ÇHD) Sefa Aydogan jî anî ziman ku piştî îlana OHAL'ê û şûnde êdî bêtir cezayê "Hepsa malê" li kesan tê birîn û wiha got: "Bi taybetî ji ber ku li girtîgehan cih tune wan dixin hepsa malê. "Cezayê malê hem didin zarokan û hem jî didin mezinan. Xwendekarê pola 7'an bi cezayê "Hepsa malê" ceza kirine. Ev ceza rêbaza demên berê yên kevneperest in. Êdî serdestiya hiqûqê tune ye."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN