Biryara 'Yuksekdag bi zorê bînin dadgehê' dan

RIHA (DÎHA) - 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê der barê Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yüksekdag de biryara "Bi rêya SEGBİS'ê bi zorê bînin beşdarî îfadeyê bikin" da.
Piştî 6'emin Dadgeha Cezayên Giran der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de biryara "Bi zorê bînin dadgehê" da, niha jî 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê der barê Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yüksekdag de biryara "Bi rêya SEGBİS'ê bi zorê bînin beşdarî îfadeyê bikin" da. Li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bi hinceat "Propaganda rêxistinê kirine" doz hatibû vekirin. Rûniştina doza Ayhan û Yuksekdag li 5'emîn Dadgehê berdewam kir. Di rûniştina dozê de parêzerên Ayhan û Yuksekdag Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol û Prz. Bekir Benek di rûniştina dozê de amade bûn.
Parêzeran diyar kirin ku destnedayînên muwekilê wan heye û divê neyên darizandin. Heyeta dagehê jî biryara bi rêya SEGBİS'ê îfade bidin û bi zorê tev li dadgehê bidin da.
Rûniştina dozê taloqî 16'ê Mijdarê hat kirin.
(mae)