Xebatkarên Ozgur Radyo: Emê dîsa bên
STENBOL (DÎHA) - Xebatkarên Ozgur Radyo, banga "Li dengê xwe xwedî derkevin kolanan terk nekin" kir û gotin "Em dê dîsa bên."
Bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) 11 radyo û 12 qanalên televîzyonan hatin girtin. Piştî weşan hatin qutkirin deriyên wan hatin mohrkirin. Duh polîsan bi ser avahiya Ozgur Radyo de girt û 16 xebatkarên wê binçav kirin. Xebatkarên Ozgur Radyo û nûnerên saziyên civakî li ber avahiya radyo kom bûn û çalakî pêk anîn. Xebatkarên radyo bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Xebatkaran pankarta "Zext me bêzar nakin" vekirin û siloganên "Ozgur Radyo nayê bêdeng kirin" berz kirin. Rêvebera Cemîyeta Rojnamegerên Azad (OGC) Gunay Aksoy, Xebatkarên Rojnameya Ozgur Gelecek, BEKSAV, ETHA û Ozgurlukçu Demokrasî tev li daxuyaniyê bûn. Dîsa Wekîlê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş jî amade bû.
Di çalakiyê de Edîtora ETHA'yê Arzu Demir, diyar kir ku girtian radyo û zextên liser xebatkaran li dijî hiqûqê ye. Demir, anî ziman ku hevalên wan ên li hundir rastî îşkenceyê hatine û serê hevalê wan Alî hatiye kişandin. Demîr, got: "Em dibêjin li benda me be Stenbol vay em tên.
Koordînatora Weşana Giştî ya Ozgur Radyo Derya Okatan jî anî ziman ku duh li dijî çapemeniya azad darbe pêk hatiye û wiha got: "Di weşanê de her dem me bedel dan. Em dîsa dibêjin em dê dîsa bên. Em li pişt gotina xwe ne. Em dibêjin Stenbol li benda me me em tên. Em bang li guhdarên xwe jî dikin ku li weşana xwe xwedî derkevin. Polîsan wekî DAIŞ'ê bi ser radyo de girt û xebatkar û piştgiriyên me binçav kirin.
Wekîlê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş jî anî zima ku girtina medya muxalif "faşizm" e.
Rêvebera OGC'ê Gunay Aksoy jî anî ziman kesên rastiyan dinivîsin û ronî dikin yek bi yek tên bêdengkirin û wiha got: "Lê çi dibe bila bibe li vî welatî tu carî rastî nayên tarîkirin û veşartin. Çapemeniya muxalif dê bi biryar berxwedana xwe berdewam bike."
Çalakî bi siloganan bi dawî bû.
(mae)