Dizanin lê naparêzin
DÎLOK (DÎHA) - Hevserokê DBP'a Şahinbey a Dîlokê Lami Çiçek, diyar kir ku midûriyeta polîsan li wî geriya û diyar kirin ku dibe li dijî avahiya wan êrîş pêk bê. Çîçek, da zanîn ku li gel ku midûriyeta polîsan dizane dê êrîş pêk bê jî tedbîr negirtine.
Gelek teqîn li Dîlokê pêk hatin. Di lêpirsîn û lêkolinan de hat diyarkirin ku hemû êrîşên DAIŞ'ê bi agahiya midûriyeta polîsan pêk hatiye. Herî dawî Hevserokê DBP'a Şahinbey a Dîlokê Lami Çiçek, diyar kir ku midûriyeta polîsan li wî geriya û diyar kirin ku dibe li dijî avahiya wan êrîş pêk bê. Çîçek, da zanîn ku li gel ku midûriyeta polîsan dizane dê êrîş pêk bê jî tedbîr negirtine. Çiçek, anî ziman ku di 20'ê Tebaxê de li Dîlokê li dijî dawetekê êrîş pêk hatibû û di êrîşê de 56 welatî hatibûn qetilkirin. Çiçek, destnîşan kir ku berê jî bi belgeyan hatibû dîtin ku dibe DAİŞ li dijî kurdan êrîşan pêk bînin.
Çiçek, destnîşan kir ku hemû êrîş pêk hatine, bi agahiya midûriyeta polîsan pêk tê û wiha got: "Polîs li me geriyan û gotin rojên în, şemî û yekşemê dibe ku li dijî êrîşan
tedbîr bên girtin. Berê jî êrîş pêk hatin. Lê midûriyeta polisan tu tedbîr negirtin. Niha jî agahî didin lê tedbîrê nagirin
(mae)