DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qeyûm tayînî şaredariya Hênê hat kirin

 
5 Cotmeh
10:16 2016

AMED (DÎHA) - Piştî ku hevşaredarê Hênê Abdurrahman Zorlu hat girtin qeymeqamê Karazê wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.

Hevşaredarê navçeya Hênê ya Amedê Abdurrahman Zorlu di 8'ê Îlonê de hatibû binçavkirin û piştî 22 rojan sewqî dadgehê hatibû kirin û bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hatibû girtin. Piştî hevşaredar Zorlu hat girtin qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, qeymeqamê Karazê Yusuf Turan wekî qeyûm tayînî şaredariya Hênê hatiye kirin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN