DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hem li dijî zora dewletê hem li dijî pençeşêrê têdikoşe

 
5 Cotmeh
09:58 2016

ZOZAN FENDİK

ŞIRNEX (DÎHA)
- Jina bi navê Aynur Elçîoglû piştî hevserê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da nexweş ket. Elçîoglû him li hemberî nexweşiya pençeşêrê, him jî li dijî zilm û zordariya dewleta tirk têdikoşe û 5 zarokan xwe mezin dike.

Li navçeya Cizîra Şirnexê jina nexweşa pençeşêra bedenê Aynûr Elçîoglû di bin şert û mercên zehmet de li gel 5 zarokan di odeyekê de dijî û li hemberî hemû zehmetiyên jiyanî tekoşîn dike.


Hevserê Elçîoglû Abdullah Elçîoglû (Cekdar Botan) berî 3 salan dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê dikir televîzyon temaşe kiriye û piştî vê yekê berê xwe daye nav refên YPG'ê. Elçîoglû 5 mehan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê bi rihek fedayî şer kir û jiyana xwe ji dest da.

'Daxwaza wî azadkirina zarokên Kobanê bû'

Elçîoglû dema tevlî refên YPG'ê bû tenê daxwaza wî azadkirina zarok û gelê Kobanê bû. Pîştî ku Elçîoglû jiyana xwe ji dest da malbata Elçîoglû bi merasîmek mezin ew li Cizîrê defin kir.

'Ev 3 sal in ez li hember nexweşiyê têkoşîn didim'

Hevjîna Elçîoglû, Aynûr Elçîoglû a ku piştî ku hevserê wê jiyana xwe ji dest da nexweşiya pençeşêra bendenê pêre derket diyar kir ku ev 3 sal in li hember nexweşiyê têkoşîn dide û wiha axivî: "Piştî şahadeta hevjînê min, nexweşiya pençeşêrê min re çêbû. 3 sal in ez li hemberî vê nexweşiyê di bin şert û merçên giran de tekoşîn didim. Bi îmkanên heyî ez 2 caran emelîyat bûm û bedena min hat jêkirin. 3 sal in jî her meh diçim Nexweşxaneya Dewletê ya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yaşargîlê a Amedê tedavî dibim. Lê ji ber ku hatina min a aborî nîne ez gelek zehmetiyan dijîm."

'30 rojan li hemberî tang û topên dewletê ber xwe dan'

Elçîoglû bal kişand ser zor û zehmetiyên jiyanê û wiha pêde çû: "Ez ji ber nexweşiyê nikarim tu kar bikim. Dema qedexeya derketina derve li Cizîrê hat îlankirin nêzî mehekê me li taxê de li hemberî tang û topên dewletê li ber xwe da. Piştî mehekê ji ber zarokên min biçûk bûn ez derketim çûm cem mirovên xwe Hezexê."

' 8 meh in li gel 5 zarokan odeyekê de dijî'

Elçîoglû bilêv kir ku piştî qedexe li Cizîrê rabûye ew û zarokên xwe hatine navçeyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Qedexe rabû ez û zarokên xwe çûn ser gora şehîdê xwe. Lê hêzên dewletê ji ber ku 79 rojan nekarî berxwedana gelê Cizîrê bişkîne êrîşê şehîdgehê kiribûn û gora hevserê min jî xirab kiribûn. Mala ku ew qas hevserê min zehmetî çêkirî jî tîmên taybet bi cih bibûn û hemû tiştên têde talan kiribûn. Bi derfetên xwe û xizmên xwe min mal ser û ber kir. Ez û 5 zarokên xwe 8 meh in li gel mala xwezûrê xwe di odeyekê de dijîn."

'Ez bi 400 TL'an du mehan debarê 5 zarokan dikim'

Elçîoglû diyar kir ku ew her du mehan carekê 400 TL ji kampanyaya, "malbatên xwehbira" werdigire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez du mehan carekê 400 TL distînim. Lê têr nake. Her 5 zarokên min diçin dibistanê ez jî her meh diçim tedawiyê. Ji ber vê yekê jî her pewîstiyên zarokên min û malê pêk nayên. Lê çawa ku ez 3 sal e li hemberî nexweşiya pençeşêrê û zilm û zordariya dewletê tekoşîn dikim ez ê li hemberî hemû astengiyên jiyanê û êrîşên dewletê jî têbikoşim."

(kom/no



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN