Rewşa sê birayên birîndar ber bi başiyê ve diçin
AMED (DÎHA) - Tenduristiya 3 zarok ên birayên hev Yusuf, Adem û Rojhat Ozkan yên ku bi teqemeniya leşkeran li Licê birîndar bûbûn rewşa wan ber bi başiyê ve diçe.
Tîmên ku di tîrmehê de li çoltera gundê Dêrxûst yê Licê derketin operasyonê û piştre ji qadê vekişiyan, li pey xwe bombe hiştibûn û ev bombe bi 3 zarokan de teqiya bû. Zarokên ku bi giranî birîndar bûn û li Beşa Lezgîn ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihatin dermankirin, her ku diçe baştir dibe.
'Me li nav erd dît û anî malê'
Ji zarokên birîndar Yusuf Ozkan (13) aşkere kir ku teqemeniya ku bi wan de teqiyaye li çoltera gund dîtine û wiha got: "Tiştekî wekî destekî mezin bû. Me ew li çoltera gund dît û me anî malê. Li ser wê dûkmeyek hebû. Ji nifşkê ve bi me de teqiya."
Zarokên ku piyên wan ji ber teqemeniya ku şewatê derdixe şewitiye niha rewşa wan ber bi başbûnê ve diçe. Ji zarokan piyê Adem Ozkan ji ber ku çermê wî perçe buye, şopa teqemeniyê li piyê wî xuya dike. Cardın piyê birayê wî Yusuf jî heta kabokê şewitiye û di piyê wî de zirara çerm çêbuye.
Piştû bûyera 3 birayan welatiyê bi navê Mahmut Yildirim jî roja 21'ê tebaxê bi heman bermahiya leşkeran ku zarok pê birîndar bûbûn birîndar bûbû. Di laşê Yildirim de jî wekî yê zarokan şopên şewatê çêbûbûn.
(bb-ua/bg/mae)