DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Li gor barema Moody’sê Tirkiye 24 sal e bi ser Baa3’yê neketiye- ANALÎZ

 
5 Cotmeh
09:31 2016

RÊDÛR DÎJLE

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li cîhanê her çiqas gelek saziyên derecekirina krediyê hebin jî, lê di tevgerîna sermayeya navneteweyî de ji van saziyan bandora biryara saziyên wek Moody’s, S&P û Fîtch zêdetir e. Ku di 23’yê îlonê de dema Saziya Derecekirina Krediyê Moody’s ji barema notan, notê Tirkiyeyê ji radeya “Baa3”yan daxist radeya “Ba1”ê, piştî çend rojan tesîr li ser piyaseya Tirkiyeyê kir û yekeya lîreyê tirk, li hemberî dolarî qels kir û piyase serobino kirin.

Saziya dercekirinê, radeyên wê çi ne û çima çarenûsa piyaseyan diyar dike?

Saziyiya derecekirinê; têkildarî kapasîteya bicihanîna hemû mukelefiyetên an jî karbendiyên kesekî/ê, saziyekê û welatekî ên aborî, darayî û fînansmanî çavdêrî, tespît û analîzan îfade dike. Derecekirin, ji aliyê saziyên derecekirinê yên pispor û rîska analîzên wan kêm e tên kirin. Li gor her saziyê rê û rêbazên hesibandina derecekirinê diguherin, lê bi giştî dema derecekirina krediyî tê kirin paşeroja darayî, deynên carî û heyînên carî esas tên girtin. Li cîhanê gelek saziyên dercekirina krediyê hene, lê ji vana yên herî navdar û bandorê li sermayeya navneteweyî dikin Moody's Investors Service (Xizmeta Veberhênênên Moody’sî), Standard & Poor’s û Fîtch Ratîngs (Derecekirina Fîtchê) ye. Navenda Moody’s (1913), S&P’yê (1860) li New Yorkê, lê Fîtch (1975), navenda wê hem li Newyork û hem jî li Londonê heye.

Li cîhanê her çiqas gelek saziyên derecekirinê hebin jî, lê nirxandin û derecekirina krediyê bi piranî di olîgopola van her 3 şîrketan de ye. Lewre, di vî warî de ji ber xwedî rabirdûyeke kevn û dema mirov li navendên wan dinihêre, navendên herî kapîtal û hêzdar in, ku gelek welat dibin hikumraniya wan de ye û li gor berjewendiyên xwe konjutura siyasî û aborî ya van welatan diguherînin.

Boyî çi pêdivî bi saziyên derecekirina krediyê tê dîtin?

Di vê serdema formel û global de, her welat an jî dewlet ji bo sermaye an jî aboriya xwe xurt bike û ji pêvajoya ‘xurtbûnê’ nemîne, veberhênanên biyanî vedixwînin welatê xwe. Li gel vê veberhênaniya biyanî jî, boyî ku mewdûatê bike, li welatê din pêdiviya wê bi baweriyê heye. Ji bo têkiliya baweriyî çêbibe, hewcetiyê bi hînbûna kapasîteya dayîna deynan a welatê ku dê lê veberhênaniyê bike dibîne û boyî vê pêdiviya saziyên derecekirinê xwe dide der. A rast ji bo şîrket û sazî jî, piyaseya navneteweyî bizanibin û li gor wê veberhênaniyê bikin, pêdiviyeke wisa li wan peyda dibe û bi saziyên derecekirina krediyê re li hev dikin.

Di barema notan de her rade tê çi wateyê?

Her saziyeke dercekirinê xwedî baremeke notî ye û li gor her saziyê nîşaneyên barema notî diguherin. Di barema notan ên her 3 saziyên sereke de, 20 derece hene. Lê ji ber biryara dereceya krediya Moody’s ya dawî û tesîra wê ya li ser aboriya Tirkiyeyê, em ê bes barema Moody’sê diyar bikin.

Di barema Moody’sê de ji derceya herî bilind heta ya herî kêm bi rêzê wiha ye: Aaa (dereceya herî bilind), Aa1, Aa2 (dereceya bilind), Aa3, A1, A2 (dereceya krediyeke pak), A3, Baa1, Baa2 (dereceya biniya ortê), Baa3, Ba1, Ba2 (veberhênanî nayê kirin), Ba3, B1 (spekulatîf), B2 (spekulatîfiyeke zêde), B3, Caa, Caa3 (rîskeke zêde), Ca (rîskeke zaf zêde), D (bi tu awayî berpirsiyariya xwe nikare bi cih bîne).

Ji Aaa heta A3’yan: Dereceya Pêkanîna Veberhênaniyê

Ji Baa1 heta Ca’yê: Dereceya Spekulatîf. D jî, default e.

Li gor barema Moody’sê Tirkiye 24 sal e bi ser dereceya Baa3’yan neketiye

Di biniya dereceya Baa3’yan de, di tu dereceyê de veberhênanî nayê kirin û biniya vê dereceyê, di warê aborî de bi her awayî li welatekî atmosfereke “westdar/bêbandor” dide der û ev nîşaneya çûyîna ber bi qeyranekê ye. Her wiha dema mirov li barema notên Moody’sê yên arasteyî Tirkiyeyê dinihêre, ji 1992’an heta 1994’an di navbera B1(spekulatîf)–Baa3(dereceya biniya ortê), ji 1994-97’an di navbera B1-Ba3 (di biniya dereceya ku veberhênanî nayê kirin), 1997-2013’an di navbera B1-Baa3’yan de, ji 2013-2016’an de jî di navbera Ba1-Baa3’yan de çûye hatiye. Ji van agahiyên îstatîkî jî diyar e, Tirkiye ev 24 sal e tu carî bi ser dereceya orteyî ya ku dê karibe veberhênaniyê bike neketiye. Her wiha ji ber qeyrana 1994’an Tirkiye di asta ku qet nikare veberhênaniyê bike û di sala 2008’an de jî ku Serokwezîrê wê demê Erdoganî diyarkiribû ku qeyrana aborî tune, lê bes bi awayekî şiweyî(teget) wan derbas kiriye, li gor heman baremê Tirkiye wê demê di navbera dereceyên B3-B2’yan de bû. Ku di vê dereceya spekulatifiyeke zêde de, berpirsiyariya veberhênaniyê pir zahmet e.

Moody’s çima notekî kêm da Tirkiyeyê?

Dema ji van saziyan, mirov balê dide biryar û hincetên biryara Moody’sê ya di 23’yê îlonê de diyar kir, diyar e ku qewimînên ev saleke li Tirkiye xwe didin der, bandoreke mezin li aboriya wê kiriye û bi vî awayî di qada navnetewî de bawerî pê nemaye. Hin hincetên biryara dayîna notê kêm ên Moody’sê meriv dikare wiha rêz bike:

*Tirkiye bi awayekî zêde bi rîska pêdiviya fînansmanê re rû bi rû ye: Sala bê, dayîna 200 milyar dolarî deyn dixuyê (168 milyar dolar dê ji bo fînansmana derve bê nû kirin, lê 32 milyar dolar cariyeya vekirî dimîne).

*Li gorî berê, di warê çareserkirina deynan de qelsiyek lê peyda bûye: Di 2010’an de rêjeya deyndayînan 9,2, 2011’an 8.8, 2012’an 2.1, 2013’an 4.2, 2014’an 3.0, 2015’an 4.0 û 2016’an de ev rêje daketiye 3,9’an. Ji vê jî diyar e, her çiqas bi awayekî nîzamî nebejî, lê di dayîna deynan de bêîstîkrarî û qelsiyek lê peyda bûye.

*Di warê sazûmaniyê de qelsî lê peyda bûne: Di warê Îndîkatoriya Rêveberiya Cîhanê û Endeksa Rekabeta Cîhanî de, rêza wê li gor ya 2015’an pir ketiye.

Li gor van hincetên ku Moody’s nîşan da, dema mirov agahiyên îstatîstîkî jî berawird dike rast dertên. Lê bi awayekî hîn aşkeretir û diyartir meriv dikare hin daneyên îstatîstî yên din jî bide û dê bi van daneyan hincetên Moody’sê zelaltir bibin.

Li Tirkiyeyê bi taybetî piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê, dema dîmen bi temamî veguherî û nêvengeke şer û pevçûnî xwe da der û bi vê re hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê û piştî vê hewldanê îlankirin û taloqkirina OHAL’ê li gel gelek qadan, bi awayekî zêde bandoreke neyînî li aboriyê û piyaseyê kir. Dema mirov balê dide îstatîstîkan bi awayekî pûxteyî dîmeneke wiha xwe dide der:

*Bêkarîtî: Rêje ji sedî 10.2 (3 milyon û 127 hezar). Ji xeynî yên netomarkirî,

*Deynê dovîzî yên banke û sektorên taybet: Zêdeyî 200 milyar dolarî,

*Leza xurtbûn an jî mezinbûnê: Di 9 mehên dawî de rêje ji 5.7’an daketiye 3.1’ê,

*Parvekirina dahata giştî: Li gor daneyên TUÎK’ê, di 2015’an de kesima xwedî dahata zêde (ev kesim teqabulî sedî 20’î dike) dahata ku ji ya giştî girtine zêde bûye, lê ya ji 80’êyî jî para wan kêm bûye.

*Rêjeya enflasyonê (îlon), bi awayekî mehana rêje ji sedî 0.18, bi awayekî salane jî rêje ji sedî 7.28, zêde bû.

Piştî ku Moody’sê notê Tirkiyeyê ragihand, her çiqas Serokomar Erdoganî û rayedarên dewletê li dijî vê biryarê derketin û gotin, tiştekî wisa tune ‘Em vê biryarê esas nagirin’ jî lê dema meriv li daneyan dinihêre her tişt diyar e. Û li dijî dolarî qîmeta lîreyê Tirkiyeyê her diçe kêm dibe û bi vê re nebaweriyekê dide kes, sazî û welatên veberhênanî.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN