DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin çi karî nakin?

 
5 Cotmeh
09:13 2016

RIHA (DÎHA) - Jinên ku li nava zeviyan, fabrîqeyan, kargeriyan mal û li hemû qadên jiyanê kar dikin ked û karê wan nayê dîtin. Jinên ku ked û karê wan nayê dîtin, li dijî gotina mêr a "Ma jin çi karî dikin?" gotin "Ma jin çi karî nakin? Jin li nava zeviyan, kargeriyan, mal û her derê kar dikin" û bertekên xwe anîn ziman.

Jinên ku di her qadê de keda wan tê binpêkirin, bi destpêkirina palehiya pembo ji bo debara xwe bikin rêya zeviyan digirin. Zarokên ku divê bûya di sala nû ya perwerdehiyê de di refan de bana, bi jinan re di nava zeviyan de ne. Karkerên ku serê sibê zû radibin û dest bi kar dikin û piraniya wan jin û zarokin di nava zeviyan de rojê bi 40 TL dixebitin.

Jin û zarokên ji malbata Dagdelen ku li Wêranşara Rihayê dijîn her çiqas bajarên ku kar lê dikin bê guhertin jî lê navê wan ê "karkerên demsalî" nayê guhertin. Jinên ku di werza biharê de diçin Manîsa û Balikesîrê firingî û hilû lom dikin, di werza havînê de jî li herêma Karadenîzê findiqan kom dikin. Di mehên Îlon û Cotmehê de jî dizivirin welatê xwe, di zeviyan de dest bi komkirina pembo dikin û bêrawestana jinan a rojana dîsan li malê jî carekdin destpê dike. Jinên ku zewicîbin berê xwe dikin zarokên xwe, yên ku mezinê malê be berê xwe dide zarokên malê û hemû sala jinan bi kar derbas dibe.

Zaroka bi navê Rojîn Dagdelen (13) a di zeviyan de dixebite diyar kir ku hevalên wê li dibistanê ne lê ew mecbûre bixebite û wiha got: "Rewşa malbata min ne başe. Heta berhevkirina pembo biqede ez ê di zeviyê de bixebitin. Ger komkirin bi qede ez ê biçim dibistanê. Ez mehekê direng dest bi dibistanê dikim. Piştî min dest bi dibistanê kir jî rojên dawiya hefteyê ez di nava zeviyan de dixebitim."

Beyaz Dagdelen da zanîn ku ew serê sibê saet di 05.00'an de radibin û wiha pêde çû: "Em li malê taştiyê amade dikin û diçin nava zeviyan. Piştre dîsan tên malê xwarina nîvro amade dikin û vedigerîn nava zeviyan. Rewşa jinên kurd wihaye. Em karekî giran dikin."

Çîgdem Dagdelen jî wiha axivî: "Em rojê 50-60 TL qezenc dikin. Beriya ku roj derbikece em berê xwe didin nava zeviyan û heta tarî bikeve erdê em dixebitin. 30-40 rojan karê me didome. Piştre em li malê dest bi kar dikim. Em sibê heta êvarê dixebitin lê dîsan jî dibêjin jin çi karî nakin. Me hîna li qadekî jî heq destê xwe ne girtiye û keda me nayê dîtin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN