Welatiyên Şirnexî li benda rakirina qedexeyê ne
ŞIRNEX (DÎHA) - Gelê Şirnexê ku ev 7 meh in li hember êrîşên dewletê di konên derdora bajêr de li ber xwe didin diyar kirin ku di şert û mercên zivistanê de ew dê nekarin jiyana xwe li konan de berdewam bikin.
Li gel hemû zorî û zehmetiyan jî gelê Şirnexê ev 207 roj in ji ber êrişên dewletê ji Şirnexê dertketine û di konan de dijîn peyamên berxwedanê dan. Dayîka Eyşê Kol a ku ev 7 meh in di konan de dijî got ku daxwaza wan tenê vegera ser axa wan e û wiha axivî: "Dema em dibînin bajarên me li ber çavê me tê hilweşandin bê guman em pir pê diêşin û hêrs dibin lê dîsa em dixwazin biçin ser warê xwe. Çi dibe bila bibe em dixwazin biçin ser axa xwe."
'Em dixwazin li ser axa xwe bigihin xweşiyê'
Abdulah Kol jî bal kişand ser şert û mercên zivistanê û ev tişt gotin: "Me wek çûkan hêlîna xwe çêkiribû lê dewletê xira kir. Niha havîne em ê bikarin xwe xwedî bikin, lê zivistan tê di van şert û mercan de em nikarin jiyana xwe berdewam bikin. Daxwaza me tenê ew e ku em li ser axa xwe bigihin xweşiyê."
'Em ne hewceyê dewletê ne'
Zekiye Ûlaş jî dest nîşan kir kû li gel her tiştî ji ber ku wan axa xwe neberdaye keyfxweş in û wiha axivî: "Li gel her tiştî em baş in.Bila em ser axa xwe bin çawa dibe bila bibe dîsa jî em baş in. Me li Şirnexê her tişt hebû lê dewletê xira kir. Lê em ê dîsa jî li ser axa xwe bin."
Ûlaş got ku ew ne hewceyê dewletê ne û axaftina xwe wiha domand: "Em di konan de bijîn jî em baş in. Em ne hewceyê dewletê ne. Em koçberî metrepolan nebûn û me dev ji axa xwe neberda. Axa me pir pîroz e. Niha ev têkoşîna ku em li vir didin jî şêweyek yê berxwedanê ye û em ê heta dawî têbikoşin."
'Em çiqas nêzî axa xwe bin, ewqas em keyfxweş in'
Şukran Çapar jî got ku dema ba û bager tê ew gelekî zoriyê dijîn û axivî: "Dibe ku şert û mercên jiyana me ne başbin lê em çiqas nêzî axa xwe bin ew qas baş e û em ewq as keyfxweş in."
Çapar da zanîn ku roja ku ew ji Şirnexê derketî heta niha nexweş e û ev bang kir: "Ez bang li gelê xwe û cîhanê dikim ku çareseriyek çêbibe û em vegerin malên xwe. Bila qedexeya derketina kolanan bi lez bê rakirin.
'Em ê li Şirnexê jî konên xwe ava bikin.'
Sakîne Çapar jî hêviyên xwe yên ji bo pêşerojê wiha vegot: "Em tenê dixwazin xwîna diherike bisekine. Em pir dixwazin geverin Şirnexa xwe. Wê bihar bê û em ê cardin malên xwe ava bikin. Em ê konên xwe li Şirnexê jî ava bikin. Em tenê dixwazin biçin ser axa xwe."
Rabîa Sipkî jî got ku hinek jî be ew ji dûr Şirnexê dibînin bi vê yekê bêhna wan fireh dibe û wiha axivî: "Niha ji dûr ve be jî em Şirnexa xwe dibînin. Heta ji destê me bê em dest ji axa xwe naberdin. Em bi gelê xwe re ne. Gel biçe ku bicih bibe ez ê jî biçim wir bi cîh bibim. Em bi gelê xwe re ne. Heta em saxbin em di konan de bijîn jî em dev ji axa xwe bernadin."
'Girtin be, kuştin be, çi dibe bila bibe em dev ji welatê xwe bernadin'
Mahmut Kulter jî bal kişand ser berxwedana ku di konan de tê dayîn û wiha axivî: "Dewlet dibêje min tu yê ji vir derbikevî lê çi dibe bila bibe ez dernakevim. Ez tenê çend mîtroyan ji Şirnexê dûr ketime. Ez rojê deh caran li xaniyê xwe mêze dikim. Ev 7 meh e em li ber xwe didin. Em ê ji niha û pêde jî li ber xwe bidin û em dev ji welatê xwe naberdin."
Kulter ji bo alîkariya ku gel dide wan keyfxweşiya xwe anî ziman û wiha pêde çû: "Dewlet tu alîkarî nedaye me. Tişta ku herî zêde me keyfxweş dike alîkariya gelê me ye. Girtin be, kuştin be, çi dibe bila bibe em dev ji welatê xwe bernadin. Em bi alîkariya gelê xwe dikarin li ber xwe bidin. Mala min hebe jî heta hemû gelê me venegere ser axa xwe ez jî venagerim. Hebûn û tunebûna me bi hev re ye. Pêwîstiya me bi kesê nîne tenê pêwîstiya me bi gelê me heye."
(kom/no)