DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Aborînas: Dê biryara Moody’s bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyeyê bike

 
5 Cotmeh
09:12 2016

STENBOL (DÎHA) – Aborînas daxistina pûnên Tirkiyeyê yên ji aliyê Saziya Pileyî ya Krediyê Moody’s ve nirxandin û rewşa aborî ya ku Tirkiye di nav de ye dest nîşan kirin û gotin, biryara ku Moody’s daye, dê bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyeyê bike.

Aborînasan daxistina pûnên Tirkiyeyê ya ji aliyê Saziya Pîleyî ya Krediyê Moody’sê ve û li dijî vê daxistina berteka ku hikûmetê nîşan da nirxandin û gotin, beriya ku ev pûan bên dayîn jî, ji xwe aşkere bû ku aboriya Tirkiyeyê nebaş e.

Aborînas Ozgur Muftuoglû da zanîn ku, nêzî salekê ye li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî hene û wiha got, “Em dizanin ku nirxandinên Moody’sê ne pir baş in. Lê belê ji aliyê aborî ve, rewşa ku Tirkiye tê de ye jî, rewşeke zaf bi pirsgirêk e. Piştî 7’ê hezîranê qelibandina maseya muzakereyê, qeyrana di navbera wê û Rûsyayê de, geşedanên li Sûriyeyê û nehevgiriya wê yî polîtîkaya derve, ev hemû bandor li ser kirin.” Muftuoglû da zanîn ku, Tirkiye ji aliyê veberhênaniyê asteke diyar bi dest xistibû û ev bi qeyrana 2008’an bi paş ve gav avêt û wiha diyar kir, “Tirkiye ket feqa dahata navincî, dahata milî li 10 hezar dolarî asê ma. Bêkarîtî an jî bêkarîtiya ciwanan li gel dayîna prîmên sîgortayî yên dewletê jî, ji holê nehat rakirin.”

'Dê aboriyê ber bi rewşeke xerabtir ve bibe’

Muftuoglû dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê bêîstikrariya siyasî didome û wiha got, “Pergala wê yî huqûqî, ne pergaleke ewle ye. Û ev tişt bandorê li ser dike; kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin ne zagonan, ne jî makezagonê esas digirin û bi ser de wê bin pê dikin. Ev baweriya kesên ku dê veberhênaniyê bikin dişkîne.” Muftooglû diyar kir ku, êrîşên bombeyî yên di demên dawî de tesîrek zêde li ser turîzmê kir û got, ev ji aliyê veberhênaniyê Tirkiyeyê wek welatekî bi pirsgirêk dide der. Muftuoglû têkildarî pûanê Moodey’sê yê ku ji bo Tirkiyeyê aşkere kir jî wiha got, “Dê ev daxuyanî aboriyê ber bi rewşeke xerabtir ve bibe. Hin rayedarên hikûmetê dibêjin, ‘ji yekî re qet, ji yekî re hîç e’, lê ev kar ne wisa ye.”

'Nirxandinên hikûmetê ne rasteqîne ne’

Aborînas Erol Katircioglû jî got, saziyên wek Moody’s, S&P’yê bes ji bo Tirkiyeyê hatine avakirin û dets nîşan kir ku piştî hewldana 15’ê Tîrmehê Tirkiye bi awayekî cidî baweriya li hemberî cîhanê winda kiriye û wiha got, “Moody’s tenê bi ûnsûrên aborî nirxandinan nake, daneyên siyasî jî dinirxîne.” Katircioglû piştî biryara Moody’s daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên wek ‘Daketina pûanê krediyê bandorê li me nake’ jî nirxand û wiha axivî: “Tirkiye ne welateke, ku tasarrûfê bike û veberhênaniyê pêk bîne. Ji ber vê aboriyeke wê yî bi pirsgirêk û kêşeyî heye. Ji ber vê yekê, pêdivî bi tasarrûfên, veberhênanên ku ji cîhanê bên heye. Tabî ev veberhênan jî, bêyî marja karê nayên. Îjar ji ber vê ye ku nirxandinên hikûmetê , tu baweriyekê di xwe de nahebînin.”

'Dibe ku Tirkiye qeyraneke aborî bijî’

Katircioglû diyar kir ku di vê pêvajoyê de dibe ku Bankeya Navendî ya Amerîkanê (FED) faîzan zêde bike û dest nîşan kir ku, dê di rewşeke wisa de heta dawiya salê li Tirkiyeyê qeyraneke aborî xwe bide der. Katircioglû der barê rewşa aboriya giştî ya Tirkiyeyê de wiha got, “Li Tirkiyeyê sekinandineke aborî heye.” Her wiha Katircioglû jî got, biryara Moody’sê dê bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyeyê bike.

(red)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN