DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

TV10 hat mohrkirin

5 Cotmeh
09:11 2016

STENBOL (DÎHA)- Pîrên Elewî, nûnerên saziyê, hunermend û siyasetmedar li odeya rejiyê ya TV10 ku ji aliyê polîsan ve hat mohrkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî çalakiya hat bi dawîkirin mufetîş û polîsan deriyê odeya rejiyê mohr kirin.

Bi îlankirina OHAL'ê re AKP'ê bi biryarnameya KHK'ê 23 TV û Radyo girtin. Yek ji TV'yên ku hatine girtin TV10 ne. Xebatkarên TV10 li avahiya xwe dest bi çalakiyê rûniştinê kirin. Di kanala ku şevê din polîs û ekîbên aborî bi serde girtin piştî lêkolînan girtîname hat girtin. Dema polîsan xwest deriyê kanalê mohr bikin, Pîrên Elewî, nûnerên saziyê, hunermend û siyasetmedar ketin odeya rejiyê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Pîrên Elewî diyar kirin ku ew ê kanala xwe terk nekin.

Di nava polîs û mufetîşên ku ketin odê û xebatkaran de rageşî derket. Piştî rageşiyê pîrên Elewî û nûnerên saziyê di nava xwe de civînek pêk anîn. Piştî civînê carek din dest bi çalakiya rûniştinê kirin û piştî nîvsaetê çalakiya xwe bi dawî kirin. Piştî çalakiya xwe bi dawî kirin polîs û mufetîşan deriyê odeya rejiyê mohr kirin û ji kanalê veqetiyan.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN